Ciwanekî Kurd li Holendayê bûye futbolîstekî navdar: ‘Xewna min, Lîga Şampiyonan e’
Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê li Holendayê bûye lîstikvanekî navdar ê futbolê ye.
Ciwanê Kurd Ehmed Nebî ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê li Holendayê lîstikvanekî navdar ê futbolê ye.
Ehmed Nebî 19 salî ye û 2 sal in li Holendayê dijî.
Sala 2020an dema ku Ehmed Nebî 15 salî bû, di raporeke Rûdawê de gotibû, xewna wî ew e ku xwe bigihîne welatekî pêşketî, li wir bibe lîstikvanekî profesyonel û di lîstikên cîhanê de bilîze.
Dema ku Ehmed Nebî gihîşt Holendayê yekser ji wan re got:
“Ez hatime bibim lîstikvanekî serkeftî yê futbolê.”
Niha ew di tîmeke mezin a ciwanên Holendayê de dilîze.
Lîstikvanê futbolê Ehmed Nebî bû mêvanê Bultena Rojava ya ku Dilbixwîn Dara pêşkeş dike.
Lîstikvanê futbolê Ehmed Nebî li ser çîroka xwe ya gihîştina Holendayê got:
“Min xwestibû ku ez li welatekî pêşketî bim û futbolê bilîzim ku ez niha gihîştim Holendayê futbolê dilîzim.
Tîma ku ez tê de dilîzim di asta yekemîn e li Holendayê.”
Ehmed Nebî diyar kir ku ew bi qaçaxî çûye Holendayê û anî ziman:
“8 mehan dirêj kir. Dema ez hatim vir min gelek zehmetî dîtin. Min di miqabeleya xwe de ji wan re got ku xewna min futbol e.
Wan gelekî alîkariya min kir û ez çûm nava tîmekê.
Min di aliyê zimên de gelek zehmetî dîtin ku Îngilîziya min jî nîne û Holendiya min jî ne baş e. Ez spasiya wan dikim.”
Ehmed Nebî li ser planên xwe jî got:
“Ez dixwazim di tîmên baştir de bilîzim. Ez dixwazim di lîga bilind a Holendayê de bilîzim.
Xewna min a mezin jî ew e ku ez di Lîga Şampiyonan a Ewropayê de bilîzim.
Ji bo ku ez bigihêjim xewna xwe, ez roj bi roj perwerde dibim.”