Alanê Kurd li Almanyayê bû şampiyonê judoyê

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Rojavayê Kurdistanê di şampiyoniya lîstika judoyê de li Almanyayê pileya yekem bi dest xist.

Alan Haçim, di şampiyoniya lîstika judoyê de li bajarê Boxumê yê Almanyayê li ser asta hevtemenên xwe,  pileya yekem bi dest xist.

Alan Haçim ku bavê wî dixwze wî bi nasnavê Alanê Kobanî yan jî Alanê Kurd bide nasîn li Ukraynayê ji dayîk bûye.

Alanê Kobanî hîn neketiye temenê 11 salî lê bi coş ketiye werzişa judoyê.

Sala 2020an, li ser asta Ukrayna pileya sêyem biribû.

Alan li Ukrayna 28ê Adara 2013yan ji dayik bûye lê piştî alozbûna rewşê li wî welatî, bi sedema şerê Rûsya û Ukraynayê, sala 2020an, malbata Alan koçberî Almanya bû û li bajarê Essenê bicih bûne.