Li Laziqiyê hêzên ewlehiyê li lîstkvanekî tîma Efrînê xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Di lîstika herdu yaneyên Efrîn û Tedamun de li bajarê Laziqiyê tevlîhevî derketin û hekemê lîstikê pêş dema yasayî lîstik rawestandin. Herwiha ji ber tevlîheviyan hêzên parastina ewlehiyê daketin nav stadyomê û bi gotina çavkaniyên ji Tîma Efrînê, hêzên parastina ewlehiyê li lîstikvanekî wê tîmê xistine.

Di lîstikê piştî ku tîma Tedamun gola duyem tomar kiribû, lîstikvan û rêveberên Tîma Efrînê protesto kiribû û gotibûn ku ew gol ne rewa ye.

Ji encamê tevlîhevî li nav stadyomê derketibû û hêzên parastina ewlehiyê daketibûn nav stadyomê.

Li gor çavkaniyên nêzîk ji Tîma Efrînê, hêzên parastina ewlehiyê li lîstikvanekî Tîma Efrînê xistine û navên hin lîstikvanên din jî ji bo deszgehên îstixbaratê tomar kirine.

Piştî ku hekem du kartên sor di rûyê lîstikvanên Efrînê de bilind kiribûn, Tîma Efrînê ji lîstikê vekişiya û hekem serkeftina Tîma Tedamunê ragihand.

Lê li gor hin çavkaniyan, dibe ku Yekîtiya Futbolê ya Sûriyê tişta ku li stadyomê qewimiye di ber çavan re debas bike û paşê biryarê derbarê wê de bide.

Tîma Efrîn sala 1984an hatiye damezirandin. Werzê 2007-2008 gihaşte xola pîşkarî. Di heman salê de gihaşte xola çariyekê ya Kûpa Komarê. Niha li grûpa bakur di xola asta duyem de dilîze.

Piştî ku Tirkiyê û grûpên çekdar dest danîn ser Efrînê, tîm li Helebê rahênan û lîstkên xwe encam dide. Serokê Tîmê, yarîzanê navdar ê Efrînê Ehmed Mido ye.