Li Şirnexê keçeke 14 salî ya astengdar tenîsê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Zelîxa Aksak keçeke 14 salî ye, akinciya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, yek ji wan kesên xwedî pêwîstiyên taybet e, ligel astengiyan jî kariye pileyên baş di werzîşa tenîsê de bidest bixe. Zelîxa dibêje, tevî astengiyên fizîkî û her wiha bandora xirab a Coronayê li ser werzişa wê, wê ti caran dest ji daxwaziyên xwe bernedaye û ev yek jî bûye sedem ku pileyekî baş a werzişî bidest bixe.

Zelîxa berî salekê dest bi tenîsa kursiya bi teker kir û beşdarî 3ê pêşbirkeyên girîng ên vê werzişê bû. Jiyana Zelîxa bi hatina fêrkarê yaneya tenîsê Huseyin Bugra hate guhertin û bi handana rêveberê dibistanê Ismail Zeyrek jî, Zelîxa ji bo rahênanê li beşê navxwe yê dibistanê bicih bû.

Zelîxa Aksak dibêje: “Di destpêkê de ez li beşa navxwe ya dibistanê mam. Cihê rahênanê li pêşiya avahiyê bû, ev yek bo min asan bû, piştî ku Corona derket, ez bi otostopê ji gund diçûm navendê û bi vî rengî min rahênana xwe berdewam dikir.”

Zelîxa dibêje ew wek keseke astengdar gelekî ji werzişê hez dike û vê yekê ji her kesî re pêşniyar dike.

Zelîxa Aksak hêviyên xwe bo pêşerojê û pêşketina di warê werzişê de tîne ziman û diyar dike: “Ez dixwazim tevlî pêşbirkeyên navdewletî bibim û kêfa min ji werzişê re tê, Wek keseke astengdar gelekî kêfa min jê re hat, ez ji her kesî  re pêşniyar dikim,  li şûna ku li malê rûnên, bila bên em werzişê bikin.”

Ew keça werzişvan herwiha dibêje: “Lîstina tenîsê qet di hişê min de nebû. Armanca min ew e ku ez tevlî yaneya netewî bibim û piştre jî tevlî olîmpiyadan bibim.”

Mamosteyê Zelîxa yê Werzişê behsa astengiyên destpêkê yên werzişa tenîsê li Şirnexê dike û dibêje ku di serî de qet cihê wan yê lîstina tenîsê nebû, lê bi piştîvaniya rayedaran holên tenîsê ji wan re hatine vekirin û niha 13 xwendekarên wî yên astengdar hene.

Huseyin Bugra ragihand: “Dema me destpê kir holên me yên tenîsê nebûn. Avahiyeke me nebû, niha bi saya parêzgarê me, 4 holên me yên tenîsê hene, û bi piştevaniya şaredar jî niha em rojên xweş diborînin. Hêvîdar im berdewam bibe. Niha 2 holên me yên girtî û 2 yên vekirî hene û herwiha 13 xwendekarên min ên astengdar hene.”

Zelîxa wek gelek kesên astengdsar di ser hemû astengiyan re dest ji berxwedana xwe ya li hember jiyanê bernade û  hewil dide gav bi gav  ber bi armancên xwe ve biçe.