Ji Amedsporê 3 gol û 3 xal

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor li mala xwe hat pêşberî Înegolsporê. Di encamê de Amedspor, Înegolsporê bi encama 3-1 têk bir.

Amedspor di Koma Spî ya Lîga Duyemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze.

Di hefteya 12an a Lîga Duyem a Futbolê ya Tirkiyê de, Amedsporê li stadyuma Diyarbakirê hat pêşberî tîma Înegolsporê , bi golên Sînan Aydin yên di xûlekên 8, 49 û gola Yusuf Yagmur di  xûleka 47an de bi encama 3-1 bi serket.

Gula tîma bermaber jî di xûleka 86an de ji aliyê Alî Aydemîr ve hat tomarkirin.

Bi vê serkeftinê Amedsport gihîşt 19 xalan û ket rêza 6mîn a rêzbendiya Lîqa Duyemîn a Futbolê ya Tirkiyê.