Di navbera alîgirên tîma Dihok û Zaxoyê de şer derket: Bi dehan birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Di lîstika futbolê ya dêrbiya Dihok û Zaxoyê de di navbera alîgirên her du tîman de şer derket.

Tenduristiya Dihokê ji Rûdawê re ragihand, di wî şerî de 33 kes birîndar bûn.

Îro dema êvarê di gera sêyem a maça xula Stêrkên Îraqê de tîma Dihokê mêvandariya tîma Zaxoyê kir.

Lîstika herdu tîma wekî dêrbiya Behdînan tê naskirin.

Di lîstikê de bêtirî 20 hezar alîgirên her du tîman beşdar bûn.

Lîstik bi encama 1-1 bidawî bû.

Ji ber nerazîbûna ji çend biryarên hekemê lîstikê, alozî di navbera alîgirên her du tîman de derket.

Di encama alozjiyan 33 kes birîndar bûn ku 11 ji wan polîs in.

Hat zanîn ku rewşa du birîndaran nebaş e û ew li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Tê nûkirin...