Keça Kurd di karateyê de li ser asta Sûriyê bû duyem

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Melke el-Şêx a ji Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanî di pêşbirka karateyê de li ser asta Sûriyê bû duyem.

Di qaremaniya karateyê de ku zêdetirî 1200 lîstikvan ji seranserê Sûriyê beşdar bûn, Keça Kurd Melex el-Şêx li ser asta Sûriyê bû duyem.

Melke el-Şêx heta niha hejmareke zêde ya qaremaniyên parêzgehên Sûriyê bidest xistine, berî niha jî madalyaya Bronz jî li ser asta Sûriyê bidest xistuibû.

Keça Kurd Melke el-Şêx beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê serkeftina xwe de bersiva pirsên Dildar Herkî da.

Melke el-Şêx da zanîn ku wê berî 5 salan dest bi karateyê kiriye û malbata wê jî gelek piştgiriya wê kiriye û got “Xwişka min a şehîd jî vê lîstikê dilîst û min jî şopa wê girt. Rahênerên min gelek alîkariya min kirin heta ku min gihandin vê astê û ez bi ser ketim bû duyem. Berî çen salan jî min li Şamê madalyaya yekêmîn stend.”

Keça Kurd derbarê xwişka xwe de jî wiha got “Xwişaka min di 2013an de çû û di 2018an de jî şehîd ket. Ew jî karate dilîst. Bavê min ji min re got şopa wê bigre û kêfa min jî ji vê lîstikê re dihat û min jî şopa wê girt û bi xêra malbat û rahênerê min ez gihîştim vê astê.”

Melke el-Şêx ji bajarê Qamişlo ye Rojavayê Kurdistanê ye û temenê wê 16 salî ye. Qaremaniya Karatê li bajarê Şamê di rojên di navbera 26 -30 vê mehê de birêve çû. Melke Şêx duyem derket, sala bûrî jî di heman qaremaniyê de yekem derketibû.