Realê li hember Atletico avantajeke mezin bidest xist: 3-0

Navenda Nûçeyan – Di yariya pêşfînala Lîga Şampiyonên Ewropayê de tîma Real Madrîdê li hember tîma hevbajarê xwe Atletico Madrîdê bi 3-0 biserkeft.  

 

Di çarçoveya yariyên yekemîn ên pêşfîlana Lîga Şampiyonên Ewropayê de, herdu tîmên Madrîdê, li yarîgeha Santiago Bernabeu hatin pêşberî hev.  

 

Stêrkê Realê, Cristiano Ronaldo di xulekên 10, 73 û 87ê de 3 gol toöar kirin û yarî bi 3-0 bi serkeftina Real Madrîdê bidawî bû.

 

Bi vî awayî di rêya fînalê de Real Madrîdê avantajeke mezin bidestxist.

 

Di yariyeke din ê pêşfînalê de, tîma Monaco ya Fransayê îşev dê mêhvandariya tîma Juventusa Îtalyayê bike.