Benzema û Kante ji bo lîstika Lîga Şampiyonan dê werin Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Îtihadê ya Erebistana Siûdiyê dê roja şemiyê ji bo sêyemîn lîstika xwe ya Lîga Şampiyonan a Asyayê ya bi tîma Cewiyeyê ya Îraqî re were Hewlêrê.

Tîma Îraqî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Pasaportên Karim Benzema û N'Golo Kante ji me re hatiye da ku em vîzeyê ji wan re wergirin.”

Lîstika tîmên Îtihad û Cewiyeyê dê 6ê Çiriya Paşînê li Yarîgeha Franso Herîriyê were lîstin û Ehmed Ebûbekirê Umanî dê bi rê ve bibe.

Şandeya 75 kesî ya tîma Îtihadê dê bi balafireke taybet bigihe paytexta Herêma Kurdistanê û hemû amadekarî ji bo pêşwazîkirina şandeyê hatine kirin.

Endamên tîma Îtihadê dê li Dîvan Hotelê ya Hewlêrê bimînin.

Endamê Desteya Rêveber a tîma Cewiyeyê Elî Mensûr ji Rûdawê re ragihand:

“Me hemû amadekariyên xwe ji bo mazûvaniya tîma Îtihadê bi alîkariya Rêveberê Giştî yê Werzişê ya Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê temam kirine.

Em dikarin li Hewlêrê bi awayekî herî baş mazûvaniya stêrkên cîhanê bikin.”

Ji ber Benzema lîstikê bal kişandiye ser xwe

Lîstika Îtihad û Cewiyeyê ji ber hebûna stêrkê Fransî Karim Benzema bala werzişa Îraq û Herêma Kurdistanê kişandiye ser xwe.

Endamê Desteya Rêveber a tîma Cewiyeyê Elî Mensûr herwiha got:

“Karim Benzema û N'Golo Kante pasaportên xwe ji me re şandin da ku em vîzeyê ji wan re bistînin. Tê çaverêkirin ku Benzema û Kante beşdarî lîstikê bibin.”

Ev çend roj in ji bo amadekirinê li Yarîgeha Franso Herîriyê kar û xebat berdewam in da ku hemû hewcedariyên navneteweyî ji bo lîstikê werin bicihkirin.

Di Koma Cyê ya Kûpaya Şampiyonan a Asyayê de Cewiyeya Îraqî dê bi Îtihada Erebistana Siûdî re, Sipahan Îsfehana Îranê jî bi Olmalîka Ozbekistanî re bilîze.