Amedsporê serokê xwe yê nû hilbijart

Amed (Rûdaw) – Tîma Amedsporê ku di Lîga 2'yemîn a futbolê ya Tirkiyê TFF'ê de dilîze, îro li bajarê Amedê 7'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di kongreyê de Serokê Amedsporê yê nû hat hilbijartin.

Nûçegihanê Rûdawê yê li Amedê Abdulselam Akincî ragihand, tîma Amedsporê îro li tesîsên Şeyhmus Ozer li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê heftemîn kongreya xwe ya asayî saz kir.

Li gor nûçegihanê Rûdawê, di kongreyê de Azîz Elaldî wek Serokê Amedsporê yê nû hat hilbijartin.

Beriya destpêkirina kongreyê, wek rêzgirtin plaket pêşkêşî serokê berê yê Amedsporê Selahattîn Yildirim jî hat kirin.