Morocco û Kirwatya di 16 a dawî de ne; Belcîka û Kanadayê xatir xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî lîstikên sêyemîn û dawîn ên îro di Koma F ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an a FIFAyê de, Morocco bi 7 puanan derket pêş, Kirwatya jî bi 5 puanan di rêza 2emîn de derket û derket qonaxa 16an. Belcîka û Kanadayê xatir Kûpaya Cîhanî ya 2022an xwestin.

Di Kûpaya Cîhanî ya 2022an a FIFAyê de Koma F, Kirwatya û Belcîka, Morocco û Kanada di lîstika xwe ya dawî ya komê de hatin pêşberî hev.

Morocco bi 7 pûanan bû yekem û Kirwatiya jî bi 5 pûanan bû 2emîn û derket qonaxa 16an, Belcîkayê jî xatir ji kûpayê xwest.

Di pêşbirka sêyem a Koma F ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an a FIFAyê de, Kirwatiya û Belcîka li Yarîgeha Ehmed Bin Elî hatin pêşberî hev.

Di lîstika ku hakemê Îngîlîz Anthony Taylor birêve dibir de nîva yekem bi 0-0 qediya. Di nîva duyemîn a lîstikê de ji ber ku golan nebûn, 0-0 bi dawî bû.

Piştî vê encamê, Kirwatiya bi 5 pûanan di rêza 2emîn de û Belcîka jî bi 4 pûanan di rêza 3emîn de cih girt.

Di maça din a komê de ku di heman demjimêrê de dest pê kir, Kanada û Morocco li Yarîgeha Al Thumama hatin hemberî hev.

Di pêşbirka ku ji Federasyona Futbolê ya Brezîlyayê Raphael Claus birêve bir de Morocco 2-1 bi ser ket û bi 7 pûanan bû yekemê komê.

Golên ku serkeftin ji Moroccoyê re anîn di xuleka 4an de ji aliyê Hakim Ziyech û di xuleka 23an de Yussef En-Nesyri ve hatin avêtin. Yekane gola Kanadayê ji aliyê Nayef Aguerd di xuleka 40emîn de hat avêtin.