Uruguay ji Ronaldo û Portûgal re got: Bes e

Moskow (Rûdaw) – Di çarçoveya lîstokên vavartina FIFA 2018 ya Kûpaya Cîhanê de tîma Uruguayê li hember Portûgalê bi 2-1 serkeft û bû rikbere Fransayê.

 

Herdu tîmên welatên Uruguay û Portûgalê li Yarîgeha Soçi Fisht Olimpik hatine pêşberî hev.

 

Di xuleka 7ê de stêrkê Uruguayê Lusi Suarez gok bilind kir û Edison Cavani bi lêdaneke serî golek tomar kir û Uruguay 1-0 kete pêş.

 

 Di xuleka 55ê de vê carê bi navê Portûgalê Pepe bi lêdana serî encam gihande 1-1ê.

 

 Di xuleka 62ê de stêrkê vê yariyê Cavani goleke ciwan tomar kir û Uruguay bi 2-1 kete pêş û yar3i jî bi vê encamê bidawî bû.

 

Piştî vê encamê di fînala çaryekê de Uruguay bû rikberê Fransayê.