QAMIŞLO - Nexweşxaneya jin û zarokan tê çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê nexweşxaneya jin û zarokan tê çêkirin.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê amadehiyên avakirina nexweşxaneya jin û zarokan dike.

Nexweşxane dê ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê ve bê avakirin.

Li gorî çavkaniyên Rêbeveriya Xweser, nexweşxane dê li rojhilatê Qamişloyê were avakirin.

Li gorî agahiyên Desteya Tenduristiyê, dê di nava çend rojan de li cihê avahiya nexweşxaneyê daxuyaniyek bê dayîn û dest bi çêkirina avahiyê bê kirin.

Tê plankirin ku nexweşxane di warê pirsgirêkên tenduristiyê yên zarok û jinan de valahiyeke girîng dagire.