Hinar saxlemiyê belav dike


Hewlêr (Rûdaw) - Hinar ne tenê bi tehma xwe ya xweş, herwiha di warê tenduristiyê de jî xizîneya şîfayê ye. Ev fêkiyê bi hunandina xwe ya di nava qalik de balkêş e, hem ji bo sîstema parastina laş û hem jî ji bo parastina ji nexweşiya penceşêrê gellekî sûdwer e.

 Madeyên mîna flovanoîd, pofenol, astosiyanîn û vîtamînên cure di nava hinarê de hene. Ev made, kolestrol û şekirê di nava laş de mêzîn dikin. Herwiha dil û rayan jî saxlem dihêlin. Ji bilî van yekan, pêşiya berfirehbûna hucreyên penceşêrê jî digirin.

Bi taybetî ava hinarê di warê saxlemiya rayan û dil de bikêr e. Ava hinarê pêşiya xetimandina rayan digire û tansiyonê jî didaxîne. Mirov bi taybetî ava hinarên vedixwin lê belê sîsikên wê diavêjin. Sedema vê yekê jî ew e ku taybetmendiyên sîsikên hinarê ji hêla civakê ve kêm têne zanîn. Sîsikên vî fêkiyê bi tehm ji bo mehdê gellekî sûdwer in. Herwiha di demên dawî de dohnê sîsikên hinarê ji hêla hinek şirketan ve tê firotin. Dohnê sîsikên hinarê bi taybetî ji bo çerm sûdwer e û laş ciwan dihêle. Herwiha bi heman şêweyî ji bo jinûve şînbûna porê jî heta niha gellek caran aliyê wê yên erênî hatiye keşifkirin. Êdî hinek fîrma dohnê sîsikên hinarê di nava dermanê jinûveşînbûna porê de bikartînin.   

Ji hêla din ve gellek aliyên qaşûla hinerê ji ava wê sûdwertir in. Madeya asîtî ya bi navê ellagîk di nava qaşûlê hinarê de heye. Ev made ji bo penceşêrê û bi taybetî jî ji bo penceşêra memikan rola pêşîgiriyê dilîze. Herwiha di dema tedawiya vê nexweşiyê de jî rola erênî dileyîze. Madeyên mîna flavanoîd û fenolîk yên di nava qaşûla hinarê de ji yên di nava ava wê de bêtir in. Pispor didin zanîn ku ji ber vê çendê ger qaşûlên hinarê bi armanca xwarinê werin amadekirin, wê ji tenduristiyê re gellekî sûdwer bin.