Li Ewropayê AIDS "bi awayekî tirsnak" zêde bûye

Silêmanî (Rûdaw) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî ragihand, ku di dîrokê de li Ewropayê qasî ku sala par AIDS zêde bûye ti car ew qas zêde haletên nû yên wê nexweşiyê nehatiye tomarkirin. Herwiha ev tevî wê yekê ye ku duh Neteweyên Yekbûyî diyarkiribû, ku AIDS li ser asta cîhanê bi awayekî berbiçav kêm bûye.

 

Li gel kêmbûna AIDSê li piraniya welatên cîhanê, li parzemîna Ewropayê nexweşiya AIDSê zêdetir dibe. Sala par li wê parzemînê 160 hezar haletên nû ku tûşî AIDSê bûbûn hatiye tomarkirin û %80ê wan ji rojhilatê Ewropayê ye.

 

Di raporteke hevbeş a Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî û Navenda Piştgirî û Kontrolkirina Nexweşiyan a Ewropayê de hatiye diyarkirin, ku di dîrokê de qasî ku sala par haletên AIDSê derketine holê ti car ew qas haletên nû nehatine tomarkirin. Herwiha hatiye hişyarkirin, ku eger ev rewş bi vê şêweyê berdewam be, ev dê li hember plana navdewletî ku tê xwestin heta sala 2030î dawî bi belavbûna AIDSê were anîn, dê bibe asteng.

 

Weke din di raportê de hatiye daxwazkirin, ji bo ku bi awayekî zû haletên AIDSê werin diyarkirin, hewldana pişkinîna xelkê were zêdekirin.

 

Di raportê de hatiye diyarkirin ku di sala 2007an de li Ewropayê, ji nav 100 hezar kesan 12 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa AIDSê ji bo her salekê dihate tomarkirin, lê di sala 2016an de ev hejmar gihiştiye 18.2, ev jî tê wê wateyê ku di 10 salên derbasbûyî de rêjeya tûşbûnê bi radeya %52 zêde bûye.

 

Zêdebûn jî piranî li rojhilatê wê parzemînê ye û 4 ji 5 haletên nû li welatên rojhilatê Ewropayê hatine tomarkirin.

 

Lêkolînên berê derxistibûn holê ku 1 ji 6 haletên nû yên tûşbûna bi AIDSê di navbera kesên ku 50 salî zêdetir in derketiye holê.