Li Rojavayê Kurdistanê krîza dermanan heye û gelek emeliyat nayên kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê xelk gazinan ji kêmbûna derman û nebûna tehlîlên nexweşiyên giran dikin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna dermaman gelek emeliyat li wê derê nayên kirin û hinek nexweşên ku rewşa wan dijwar û nexweşiyên wan demdirêj in neçar dibin berê xwe bidin Heleb û Şamê.
“Li nexweşxaneyê derman nîne”
Niştecihê Reqayê Ebdulrehman Ferec got:
"Ez nexweşê xuddeya dereqî (troîd) me û ev 30-35 sal in têm dermankirin. Li vê nexweşxaneyê tehlîla xuddeya dereqî nîne.
Divê ez ji movikên pişta xwe jî bêm emeliyatkirin lê amûrên pêwsît jî nîne wekî tebeqî mihwerî.
Her wiha dermanê xuddeya dereqî jî li dermanxaneya nexweşxaneyê nîne lewra neçar im biçim li derve bi bihayeke zêde bikirim.
Her pakêteke derman bi 100 hezar lîreyî ye, tehlîla her nexweşiyekê bi 70 hezar lîreyî ye, divê ev derman û tehlîl li nexweşaxaneyê hebin, her meh nikarim van pereyan bidim."
“Em nikarin emeliyat bikin”
Niştecihê Dêrezorê Salih Hemîd jî got:
"Em ji Dêrezorê hatine Reqayê, zixur di gurçika hevjîna min de ne lê bijîşk ji me re got em nikarin wê li vir çareser bikin û divê hûn biçin Şamê."
Ji aliyê din ve, berpirs û bijîşkên nexweşxaneyên niştîmanî yên Rêveberiya Xweser jî dibêjin, bi şev û roj xizmeta nexweşan dikin bi armanca heta astekî êş û xerciyan li ser wan sivik bikin.
Pisporê Nexweşiyên Hinavê Dr.Ebdullah el-Himûd jî got:
"Hinek gilî derbarê kêmbûna derman û hinek tehlîlan de hene, tenê amûrekî tîşkê li ba me heye, ew jî têr nake, ji ber ku rojane 400-500 nexwş tên ba me.
Di heman demê de kêmbûna bijîşkên pispor jî pirsgirêkeke din e, bi taybetî bijîşkên xuddeya dereqî û neştergeriya hestiyan.”