Amed: 4emîn Kongreya Pedîatriyê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Ameda Bakurê Kurdistanê 4emîn Kongreya Pedîatriyê wate nexweşiyên zarokan berdewam e.

Di kongreyê de derbarê nexweşî û tenduristiya zarokan de 23 panelên cuda ji aliyê bijîşkên pispor ve tên pêşkeşkirin.

Serokê Kongreyê Doç. Dr. Serhat Samanci got:

“Bernameya me ku bi kedeke mezin hatiye amadekirin dê bi panelên 186 mamosteyên me were lidarxistin.

Derdora 70 kompanyayên endustriyê piştgirî da kongreya me.

Di kongreyê de bi giştî 97 qadên me yên standan jî hene.

Hêviya me ew e kongreya me wekî ahengekê bi rê ve biçe û sûdê bigihîne bajar û herêma me û zanistê.”

Ji gelek bajaran hezar û 876 bijîşkên zarokan di kongreyê de beşdar in.

Hejmarek kompanyayên teknolojî û dermanan jî standên xwe danîne û derbarê nexweşiyên zarokan de agahiyan didin beşdaran.

Serokê Komeleya Pedîatriyê ya Rojhilat Prof. Dr. Velat Şen jî anî ziman:

“Dê axaftvanên me yên bijartî gelek pêşhatên di gelek warên pedîatriyê de bi hûrgilî ji me re pêşkêş bikin.

Em bawer dikin ku beşdariya hevpîşeyên me di kongreyên wiha de gelekî girîng e.”

Kongre 26ê Îlonê dest pê kiriye û heta 29ê Îlonê berdewam dike.

Ji 7 welatan 186 bijîşkên biyanî jî beşdar in û di kongreyê de ji bijîşkên beşdar re behsa tecrûbeyên xwe yên di warê nexweşî û tenduristiya zarokan de dikin.