WHO: 250 hezar kes li Heseke û Dêre Zorê dijî kolerayê hatine vaksînkirin

Hewlêr (Rûdaw) -Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand, ku zêdeyî 250 hezar kesî li navçeyên hikûmetê li herdû parêzgehên Dêre Zor û Heseke ji aliyê wan ve dijî kolerayê hatine vaksînkirin, ku navçeyên Rêveberiya Xweser û yên opozisyonê ji wê kampanya vaksînkirinê hatine dûrxistin.

WHO di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 11 ton vaksînên dijî kolerayê bi rêya asmanî şandine parêzgeha Heseke daku navçeyên ku kolera li wan belav bûye, xelkê wan bên vaksînkikirin, herwiha wan vaskînên dijî kolêrayê şandine rojhilatê Dêre Zorê jî.

Di 10ê Îlona borî de, Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê ragihandibû, ku li Helebê 15 kes bi kolêrayê ketine.

Herwiha di heman mehê de jî Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser û Tora Hişyariya pêşwext li bakurê rojavayê Sûriyê pêketina bi kolêrayê li navçeyên xwe ragihandibûn.