Referandûm bandorê li tendurustiya mirovan dike

CNBC (Rûdaw) – Li gorî lêkolînekî nû, proseya hilbijaertin û referandûman bi giştî bandorê li ser tendurustiya mirovan dike. Li gorî encamên lêkolînê, serkeftina di hilbijartin û referandûman de bi erênî û têkçûn û wendakirin jî bi nerênî bandorê li ser derûn û tendurustiya mirov dike.

 

Pizîşkên Zanîngeha Harwarda Amerîkayê, piştî hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê, pêdaçûn li ser tendurustiya dijber û alîgirên Donald Trump kir.

 

Di encamê de eşkere bû, ku dibe hilbijartin gelek derencamên xirab û nerênî derbixe hole û herwiha bibe sedema jidayikbûna pêşwext û mirina zû.

 

Sernivîskarê lêkolînê Davîd Williams dibêje, di nava alîgirên Serokê Amerîkayê Donald Trump de serkeftin bûye sedema dilxweşî û bexteweriyê. Herwiha di nava dijberên wî de jî bûye sedema xemê û tirsê.

 

Williams dide xuyakirin, ku derûnê alîgirên Trump zêdetir aram û asûde bûye.

 

Sernivîsê lêkolînê diyar dike, hinek hilbijartin ji bo mirovên çermreşk jî bûye sedema dilxweşî û bexteweriyeke mezin. Weke mîna serkeftina Nelson Mandele û herwiha hilbijartina Barack Obama.

 

Pizîşkên derûnî yên Başûrê Kurdistanê jî dibêjin, herçend hilbijartin di destpêkê de ji bo hemû kesan bibe sedema diltengî û meraqê lê alîgirên serkeftiyê proseyê, piştî bihîstina agahiya serkeftinê hest bi başbûna derûn û tendurustiya xwe dikin. Derûnên wan aram dibe û dilê wan jî rehet dibe.