Nexweşxaneya Îslahiyê bi saya sîstema Japonî li ser pêyan maye

Dîlok (Rûdaw) - Di dema erdhejê de, yek ji pêwîstiya serekî bo welatiyan xizmetên tenduristiyê bûn, li navçeyên erdhejê beşek zêde ya nexweşxaneyan herifine yan ziyan dîtine, lê li navçeya Îslahiyê ya Dîlokê, nexweşxane li ser xwe mane û ti ziyan negihştiye wan. Kesên pirspor dibêjin ku ew nexweşxane bi sîstemek baş hatine çêkirin, û di avakirina wan de kelşpelên ku qalîtiya wan baş e hatine bikaranîn.

Li navceya Îslahiyê ya Dîlokê di encama erdhejê de  zêdetirî 200 avahiyê bi temami herifine, lê nexweşxaneya navceyê li ser piya maye û xizmetê dide welatîyan. Li gorî agahiyên reveberê nexweşxane karên neştergeriyên giran ji lê têne kirin.

Rêvebirê Nexweşxaneya Îslahiyê ya Dewletê Mustafa Yildiz dibêje: “Stûnên nexweşxanê gelek saxlem û bi qalîte hatine çêkirin, loma di erdhejê de  nexweşxaneya me li ser piya ma. Ji Wezareta Bajarvanî û Wezareta Tenduristiyê şandên pispor hatin û rapora saxlem dan û em jî niha xizmetê didin.”

Nexweşxaneya Îslahiyeyê sala 2014ê  bi sistema Japonî ya sîsmîk îzolator hatiye cekirin, li şûna 300 tonan 500 ton hesin hatiye bikaranîn û stûnên wê jî li şûna 60 cm weke yek metre hatine çêkirin.

Karmendê nexweşxanê Behçet Baba jî got: “Weke xûya dike nexweşxaneya me aktîf e û bêkêşe kar dike. Hemû beş vekirine û li nava nexweşxanê xwarin û xizmetên din bi belaşî ji bo xelkê û karmendan tên dabînkirin.”

Ji 100 nivikan pêk tê û bi hemû beşen xwe û bi xizmeta neştergerî vekiriye neherifîna nexweşxanê bûyê cihê keyfxweşiya welatiyan.

Welatî Sinan Sumer jî dibêje: “Avahiya herî baş li ser piya maye nexweşxaneya me ye, spas ji bo Xwedê ji ber ku eger nexweşxane neba dê karesatên mezin çêbiba.  Dema nexweşxane hate çêkirin hin kesan digot dê heta çend sala bi herife û av dikeve nexweşxanê aha bila werin bibînin nexweşxane weke qelhekê li ser piyaye.”

Kesekî bi navê Kamil Turkmen jî got: “Ez xelkê Suriye me û deh sal in li vir li taxa Fevzipaşa di avahiyên TOKÎ de diminim. Xaniyê me xirab nebû, xaniyen dewletê çêkirine hemû saxlem in. Avahiyên TOKÎ hemû saxlem in, spas bo Xwedê em bi saxî jê derketin, lê avahiyên hindek belênderan çêkirine herifîn.”

Li navenda Îslahiyeyê heman demê avahiya asayişe û dadgehê jî li ser piya mane.