Westiyayî ji xew şiyar dibî?

Hewlêr (Rûdaw)  - Tu şevê 8 demjimêran nivistî. Lê dema ji xew şiyar bûyî, çima wekî erebeyekê li te xistibe westiyayî bûyî? Ji bo ji rojeke nû re amade bî, diyar e tu têrî xewê nebûyî. Yan? Na. Ya rastî hinek sedem hene ku tu westiyayî dest bi rojê dikî.


Va ji te re şeş sedem ka çima mirov westiyayî ji nivînan radibin.


Beriya binivî tu bi telefûna xwe mijûl î.


Kesên berî xewê telefûnên jîr, iPad, kindle û hwd. bikar tînin, sibehan bi serêşî, laşgiranî û çavsorî şiyar dibin. Çima gelo? Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Harvardê ya Amerîkî, ronahiya ku alavên elektronîk belav dikin zora hormona xewê 'melatoninê' dibin. Melatonîn kontrola çerxa nivistin û şiyarbûna te dike. Pisporê xewê, Dr. Robert Rosenberg dibêje eger asta melatonîna de ne di rewşa asayî de be, tu dê nikaribî xwe berdî xeweke şîrîn. Rosenberg pêşniyaz dike ku saetek û nîv beriya bikevî nav nivînan hemû alavên elektronîk wekî telefûn, kompîter, tabletan bigirî.


Di pozisyoneke xirab de dinivî.


Şiyar bûyî û pişta te diêşe? Belkî ji ber ku hemûkê şevê li ser yek aliyê xwe nivistî. Bi vî şêwyî xew, giraniyê li ser ranên te çêdike. Ya baş ew e balgîfekî bixî nav çaqên xwe û wisa binivî.


Balgîfê te bilind e.


Dema serê xwe dideynî ser balgîfê bilind, 8 demjimêran wekî temamê rojê sertewandî meşiyabî dinivî. Balgîfekî nizmtir û nermtir, lê yekî ku nava wî hişktir, bikar bîne.


Didanên xwe dijidînî di xew de.


Eger bi serêşekê şiyar bûbî, dibe ku te şevê çeneya xwe û didanên xwe dijidînî. Têrapîsta masajê, Kathy Gruver dibêje beriya binivî û piştî şiyar bibî, masajeke nerm li çeneya xwe bike an/û potikeke şil li serê bigerîne. Herwiha biçe pizîşka xwe ya didanan û bila didanparêzekê ji te re çêke ku şevan bixî dev.


Vedixwî.


Rast e, yek du piyale alkohol te zû dibe xewnistanê, lêbelê ew di xew de te aram nake. Herwiha dewra xewa te ya normal dişikîne û dibe sedem tu çend caran şiyar bî. Jin bi taybet bêhtir ji xewa xwe dimînin, çimkî alkohol zûtir di laşê wan de belav dibe. Eger vexwî, bila bi çend saetan beriya biçî nivînan be.


Te apne heye.


Li gorî lêkolînan, apne bi pirraniya jinan re heye. Apne (bi Kurdî: pirxe), rawestana henase ango nefesa te ye di xew de. Eger henaseya te çikiyayî ji xew rabî, û ev yek dubare bibe, te apne heye. Biçe pisporekî xewê yan pizîşk. Eger qelew bî, kîlo bide. Beriya xewê alkohol nevexwe. Lê eger apneya te giran û ciddî be, pêwîst e tubekî oksîjenê yê bi navê CPAP bikar bînî.