Li Kampa Holê 32 kes bi kolerayê ketine

Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 32 kes li Kampa Holê bi nexweşiya kolerayê ketine.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku li Kampa Holê ya Hesekê 32 kes bi nexweşiya kolerayê ketine û rewşa hinekan ji wan giran e.

Berpirsekî Kampê jî eşkere kir ku cihek nîne ku ew wan nexweşan li wê derê cuda bikin û ji ber wê yekê jî metirsiya belavbûna nexweşiyê heye.

Li aliyê din, hinek angaşt hene ku li Kampa Holê jinek û mêrek ji ber nexweşiya kolerayê mirine.

Lê Birêvebira Kampa Holê Cîhan Henanê ev îdia red kir û got ku li Holê kes bi nexweşiya kolerayê nemiriye.

Cîhan Henanê jî piştrast kir ku li kampê hinek kes bi nexweşiya kolerayê ketine.

Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) de ye û kesên li kampê jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne.