Li Helebce û Duhokê ti kes bi kolerayê neketiye

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên tendirustiyê yên parêzgehên Duhok û Helebceyê yên Herêma Kurdistanê dibêjin, heta niha ti pêketineke bi nexweşiya kolerayê li herdu parêzgehan nehatiye qeydkirin.

Berdevkê Rêveberiya Tendirûstiya Duhokê, Hemze Rezîkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, li Duhokê guman lêkiriyên zêde hene, lê heya niha her pişkinînek hatibe kirin, kolera nehatiye tomarkirin.

Hemze Rezîkî diyar jî kir, rojane 60 kes li sînorê parêzgeha Duhokê bi sedema zikçûnê serdana nexweşxaneyan dikin.

Bi heman awayî, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Helebceyê, Dr. Azad Mistefa ji Rûdawê re got, zikçûn (îshal) heye, gelek gumanlêkirî hene, lê ti tûşbûyeke kolêra nehatiye tomarkirin.

Azad Mistefa ragihand, “çavkaniya belavbûna pandemiya zikçûn (îshal) û vereşandinê li Helebceyê nediyar e û me tîmên xwe erkdar kirine da ku ji bo dîtina sedemên belavbûna pandemiyê lêkolînê bikin.”

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Helebceyê got jî, heya niha ti pirsgirêka kêmiya derman û pêdviyan li Helebceyê nîne lê eger rewş weha berdewam be, ew dê rastî pirsgirêka kêmiya derman bibin.

Li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê jî berî 3 rojan ve tûşbûna bi Kolerayê hatiye tomarkirin. Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, li Hewlêrê 4 kes û li Silêmaniyê jî 10 kes bi nexweşiya kolerayê ketine.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kontrolkirina wê nexweşiyê, 800 milyon dînar terxan kiriye. Li ser asta îdareya parêzgehan jî, li Silêmaniyê û Hewlêrê jî komîteyên taybet ji bo heman mebestê hatine avakirin.