ROJHILAT - Li Kirmaşanê 107 pizîşk û perestar bi koronayê ketine

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê 107 pizîşk û perestar bi vîrusa koronayê ketine û pizîşkekê jî bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest daye.

Îbrahîm Şekîba, Berdevkê Navenda Rûbirûbûna Koronayê li Kirmaşanê ragihand, heta niha 107 pizîşk û perestar li wê parêzgehê bi vîrusa koronayê ketine.

Herwiha Îbrahîm Şekîba ragihand, 23 kes ji wan pizîşk û 40 perestar û 44 kes jî fermanberên Rêveberiya Tendirustî ya Kirmanşanê ne.

Berdevkê Navenda Rûbirûbûna Koronayê li Kirmaşanê ev jî piştrast kir ku di nav wan 107 kesan de, pizîşkê bi navê Mêhrdad Newrozî bi nexweşiya COVID-19 canê xwe ji dest daye.