Kurdistan warê resen ê 3000 nebat û geyayên pizîşkî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporekî Zanîngeha Silêmaniyê dibêje ku navçeyên Kurdistanê, bi taybetî Çiyayê Zagrosê warê resen ê zêdeyî 3000 hezar nebat û geyayê xwezayî yê pizîşkî ye, eger veberhênan têde bê kirin, dibe çavkaniyeke girîng a dahatê.


Li gor lêkolînên zanistî, Çiyayê Zagrosê ku beşek dikeve Başûrê Kurdistanê, navçeyeke gelekî dewlemend a nebat û geyayê xwezayî yê pizîşkî ye. Di hinek lêkolînan de derketiye, hinek nebatên li ber çûnê ku li cîhanê bo çareseriya hinek nexweşiyan tên bikaranîn li wir hene.


Mamosteyê Koleja Kiştûkalî ya Zanîngeha Silêmaniyê û Pisporê Polenkirina Nebatên Xwezayî li Iraq û Herêma Kurdistanê Dr. Saman Ebdulrehman ji Rûdawê re got: “Navçeyên Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî Çiyayê Zagrosê warê resen ê zêdeyî 3000 hezar nebat û geyayê xwezayî yê pizîşkî ye. Hinek ji wan nebatan tenê li Kurdistanê hene, loma di çavkaniyên zanistî de wek nebatên Kurdistanî tên binav kirin.”




Salane gelek nebat û geyayê pizîşkî bo Kurdistanê tê hawirde kirin, lê Dr. Saman dibêje: “Li navçeyên çiyayî yên Kurdistanê hewqas geya û nebatên pizişkî hene, ne her li Herêma Kurdistanê û Iraqê, lê dikare pêdiviyên Rojhilata Navîn jî tejî bike û salane sedan milyon dolar dahat bo Kurdistanê garantî bike, bi mercekî di vî warî de veberhênan were kirin.”


Teza doktoraya Dr. Saman taybet e bi polenkirina nebatên xwezayî li Iraq û Herêma Kurdistanê ku li Brîtanyê bidest xistiye. Demekê jî li Navenda Melekî ya Brîtanî kar kiriye. Dr. Saman wiha axifî: “Brîtanî ji sala 1753ê ve kar li ser nebatên xwezayî yên Çiyayê Zagrosê dikin. Loma tenê li Navenda Melekî ya Brîtanî zêdeyî 60 hezar nimûneyên nebatên xwezayî yên Herêma Kurdistanê hene.”


Li gor pisporê navbirî, hinek nebat û geyayên pizîşkî ku kêm tên dîtin tenê li Kurdistanê hene. Ji wan nebata Cousinja Azmaren ku tenê li Çiyayê Ezmer heye. Nebata Astarada Lus Helgurdinsin ku tenê li çiyayê Helgurd, Sekran û Qendîlê heye. Nebata Astedra ku bo çareseriya prostat tê bikaranîn tenê li Kurdistanê heye.




Berpirsê Projeyên Saziya Nebatên Kurdistanê Dr. Saman Ebdulrehman, wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Bi rêya lêkolînên li ser geya û nebatên Kurdistanê, min 10 cor geyayên nû dîtin ku li cîhanê nû ne. Herwiha 26 corên din jî min dîtin ku li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê nû ne. Di lêkolînan de ji xeynî wan nebatên pizîşkî ku bi awayekî xwezayî çêdibin, mirov dikare hemû nebat û geyayên li cîhanê zehmet tên peydakirin li vê derê biçîne.”


Li gor amarên Komeleya Nebatnasên Kurdistanê, zêdeyî 300 dikan û navendên nebatên pizîşkî li Herêma Kurdistanê hene û rojane zêdeyî 500 kîlo dermanê nebat û geyayan tê firotin.


Di vê derbarê de Serokê Komeleya Nebatnasên Kurdistanê Îsmaîl Mûşîr ji Rûdawê re got: “Li Herêma Kurdistanê xwestekeke zêde li ser bikaranîna nebatên pizîşkî heye. Rojane 500 kîlo derman û maddeya xav tê firotin. Ji vê hejmarê jî nêzîka 300 kîloyî hawirde ye, eger bi giştî bo her kîloyekê 10 dolaran deynin, dikarin bibêjin salane zêdeyî milyonek dolar geya û nebatên pizîşkî tê hawir dekirin.”


Li gor lêkolînên heta niha hatine kirin, ax û hewaya Kurdistanê ji bo piraniya nebatên pizîşkî gelekî baş e. Niha Komeleya Nebatnasên Kurdistanê û Rêveberiya Lêkolînên Kiştûkalî ya Hewlêrê, bi projeyeke çandina nebatên pizîşkî ve mijûl in.”


Îsmaîl Mûşîr wiha dibêje: “Me tovê nebatên Gensing, Ginkgo Biloba û Stevia Rebudiana aniye. Eger di çandina wan de me serkeftin bidest xist û berhema wê aborî bû, hewl didin tovê çend cor nebatên din jî bînin ku li Herêma Kurdistanê xwestekeke zêde li ser wan heye û nirxê wan jî giran e.”


Ji ber hejmara zêde ya dikan û navendên firotina nebat û geyayên pizîşkî, komkirina geya û nebatên pizîşkî bûye pîşeya beşeke welatiyan bi taybetî di demsala beharê de.


Îsmaîl Mûşîr da zanîn ku xelk zêdetir geyayê Gezgezkê kom dike û wiha pêde çû: “Welatî zêdetir Gezgezkê kom dikin ku li Tirkiyê kilo bi 50 dolar û li vê derê bi 12 hezar dînar (10 dolar) e. Kîloya Gulehacîle û Şartere bi 10 hezar dînar (8 dolar) e. Kîloya Çeqçeqa û Talîşkeyê bi 15 hezar dînar (12 dolar) e, kîloya gula Binefşê bi 50 hezar dînar (25 dolar) e û kîloya geyayê Salma jî bo 100 hezar dînar (80 dolar) e.”


Li gor Mûşîr, ew nebat û geyayên pizîşkî ku li Kurdistanê hene, corên herî baş in û eger kargeh hebin û bên kategorîzekirin li derveyî Kurdistanê xwesteke zêde li ser heye û wiha dibêje: “Wek mînak 17 corên çayê li ba min hene û li kargehên Îran û Çînê wan amade dikim. Ji wê çayê Şarîhane û Gule Hacîle berhemê me ye, min hinardeyî Mexrîb û Urdinê kiriye.”


Ji 300 dikan û navendên firotina geya û nebatên xwezayî, piraniya wan li parêzgeha Silêmanî, Germiyan û Helebceyê ne û xwesteka herî zêde ya li ser geyayên pizîşkî jî li wan parêzgeha ye.




Derheqa mijarê de Rêveberê Ragihandina Komeleya Nebatnasên Kurdistanê Celal Kerîm ku li Silêmaniyê dikaneke wî ya nebatên pizîşkî heye, da zanîn ku xwestek zêde li ser wan nebatên pizîşkî heye ku mirov zeîf dikin. Celal Kerîm herwiha got ku ji sedî 75ê berhemê wan hawirde ye, wate ji derve anîne.


Wezareta Tendirûstiyê tê ser xetê


Rawêjkarê Wezîrê Tendirûstiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Aram Rostem, diyar kirk u tevlîheviyek di karê navend û dikanên dermanên geyayî de heye û wiha axifî: “Loma niha me yasayek ji bo rêkxistina dermanên geyayî amade kiriye û şeş meh dibe ji Encûmena Wezîran a Kurdistanê re hatiye şandin.”


Li gor projeyasayê, tenê derçûyên Koleja Zanista Dermansazî (Biyolojî û Kîmya) û Kiştûkal (Beşa Nebatsazî) dê bikaribin dikanên an navendên dermanên geyayî vebikin.


Dr. Aram da zanîn ku heta niha çendîn dikanên dermanên geyayî girtine û axaftina xwe wiha qedand: “Hinekan ji wan geya û dermanên nebaş bi rêyên qeçax hawirde dikir. Di kanalên televizyonan de jî reklamên wiha jê re kirine wek wêya miriyan zindî dike, loma hinek dikan hatine girtin û derbarê hinek kanalan de jî me doz vekiriye.”