Li Rojavayê Kurdistanê nexweşiya penceşêrê zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê di van demên dawiyê de rêjeya nexweşên penceşêrê zêde bûye.

Li seranserî Sûriyeyê ji sedî 60ê nexweşên penceşêrê jinên ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê ne.

Li gorî zanyariyên ku bi destê Rûdawê ketine, her ku diçe nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê bêhtir dibe.

Li Rojavayê Kurdistanê tevî wê yekê jî heta niha nexweşxaneyeke dermankirina penceşêrê nîne.

Rêjeya vê nexweşiyê, li navçeyê ji sala 2014an ve ji sedî 3 heta ji sedî 4 zêde bûye û ji her 100 nexweşî, 7 kes ji wan nexweşên penceşêrê ne.

Ew nexweşî bi piranî li cem jinan di sîngê de û li cem zilaman jî pençeşêra prostatê ye. 

Li Rojavayê Kurdistanê salane bi 700–800 kesî re nexweşiya penceşêrê çêdibe.