Di meha Sibatê de vaksîna Sinovac a Çînî digihe Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Lijneya Tendirûstî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku ew rêkeftina hikûmeta Iraqê ligel Kompanya Pfizer kiribû, hatiye hilweşandin û biryar e di vê mehê de vaksîna Sinovac a Çînî bikire.
Cîgirê Serokê Lijneya Tendirûstî ya Parlamentoya Iraqê Faris Brîfkanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Ew rêkeftina hikûmeta Iraqê ligel Kompanya Pfizer kiribû, hatiye hilweşandin, ji ber kompanyayê daxwaza derxistina yasayekê dikir bo wêya eger her bandoreke nerênî ya vaksînê li ser bikarhêner hebû, ne di stoyê kompanyayê de be, hikûmet jî bi wê mercê razî nebû.”
Faris Brîfkanî got: “Hikûmeta Iraqê girêbest ligel kompanyayeke Çînî kiriye bo kirîna zêdeyî 1.5 milyon doz vaksîna Sinovac.” Biryar e dawiya meha Sibatê vaksîn bighe Iraqê û derbarê pişka Herêma Kurdistanê de jî Brîfkanî got: “Wezîrê Tendirûstiyê soz daye yekser pişka Herêma Kurdistanê bişîne p ji sedî 20 kêmtir nebe.”
Berê hikûmeta Iraqê girêbestek ligel Kompanya Pfizer bo kirîna 1 milyon û 150 hezar doz vaksîn kiribû, lê ji ber mercê kompanyayê, girêbest hat hilweşandin. Bi qonax xelk tên vaksînkirin, destpêkê pizîşk û karmendên tendirûstî, hêzên ewlekariyê û mamoste tên vaksînkirin. Faris Brîfkanî jî dibêje: “Di sala 2021ê de hemû Iraqiyek vaksînê werdigre.”