"Evîndarî temenê mirov dirêj dike"

Hewlêr (Rûdaw) – Pizîşkê fransî Dr. Frederic Saldmann diyar dike ku evîndarî temenê mirov dirêj dike.

 

Dr. Frederic Saldmann di pirtûka xwe ya bi navê "Jiyan û Dem" de evîndariyê weke yek ji sedemên sereke yên temendirêjiyê dide nasîn, li gor pizîşkê fransî sedema vê yekê ew e ku evîndarî di nav laşê mirov de çendîn hormonên sûdewer çêdike.

 

Saldmann amaje bi wê yekê dike ku evîndarî hormonên "dopamîn û adrenalîn" zêde dike ku ev hormone mirovan xort dihêle, herwiha evîdarî rêjeya rijana hormonên "testosteron û estrogen" jî bilind dike ku ji bo geşeya hestî û movikan pêwîst in, ev hemû bi hev re temenê mirov heta 10 salan dirêj dikin.

 

Dr. Frederic Saldmann ji xelkê Fransayê dixwaze ku ji bo zêdekirina salên temenê xwe, evîndar bibin û di hefteyekê de 3 car sekskirinê jî weke garantiya sûdên evîdariyê dibîne û ji hevjînan re pêşniyar dike ku vê yekê paşguh nekin.