Ji bo Ewropayê hişyariya sorikê hat dayîn

Keçikeke ku bi sorikan ketiye / Wêne: Pixabay, Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo hişyariya belavbûna sorikê da.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Fona Navneteweyî ya Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji bo sala 2024an raporeke li ser sorikê ku 53 welatên Ewropayê û Asyaya Navîn li xwe digire belav kir.

Di raporê de hat gotin ku li Ewropayê sala 2024an 127 hezar û 350 kes bi sorikê ketine û hat gotin:

“Ev, du qatan zêdetir e ji hejmara raporkirî ya sala 2023yan û hejmara herî zêde ya bûyeran e ku ji sala 1997an ve li herêmê hatiye dîtin.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sedî 40î zêdetirî nexweşan zarokên bin 5 salî re ne û nîvî zêdetir jî li nexweşxaneyan hatine razandin.

Di raporê de hat diyarkirin:

“Li gorî amarên destpêkê yên heta 6ê Adara 2025an, bi tevahî 38 mirin ji ber sorikê hatine raporkirin.”

Di raporê de Birêvebirê WHOyê yê Ewropayê Hans Kluge anî ziman:

“Sorik vegeriyaye û ev bangeke hişyariyê ye. Bêyî rêjeyên bilind ên derziyan, ewlehiya tenduristiyê nabe.

Dema ku em şikl didin stratejiya xwe ya nû ya tenduristiyê ya herêmî ya ji bo Ewropa û Asyaya Navîn, em nikarin paşvekişînê qebûl bikin.

Divê her welat hewlên xwe ji bo gihiştina civakên nehatine derzîkirin zêde bike.”