Afirîneriya bijîşkekî penaber ê kurd

Riha (Rûdaw) - Piştî şerê Suriye û Rojavayê Kurdistanê gelek kurdên koçber xwe li bajarên bakur girtine û li van deran tekoşîna jiyana xwe didin.


Bijîşkekî xelkê Kobanîyê li bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê bi dermanên sirûştî ji nesaxiyên stû û piştê re şîfa dibîne.


Bijîşkê bi navê Mihemed Elî Salih her wisa stranbêje û dema bîriya Kobanî dike stranan dibêje.


Li bajarê Rihayê ji deh hezar çîrokan  yek çîroka Mihemedê Elî Hekîmê Loqman e... Ew jî wek gelek koçberên Rojavayê Kurdistanê hatiye û stara xwe li bajarê Rihayê dîtiye


Mihemed Elî Salih hekîmeke navdarê xelkê Kobanî ye, ji gihayê sirûştî dermanan çêdike ji bo gelek nesaxiyan, lê esas pisporiya wî li ser nesaxiyên stû û pişte ye, piştî şerê Suriyê destpêkir ew hat li bajarê Rihayê bicîh bû û ciheke kar ji xwe re vekir, nesax têne cem ew bi derman û masajên xwe şîfa dide wan.


Hekîmê kurd Mihemedê Elî ji Rûdawê re wiha got: “Jiyana min piranî li  Beyrûdê derbasbû li wê derê mamosteyek min hebû, ez fêrî dermanê gihay kirim.”


Mihemedê hekîm dibêje ku Riha welateke ne xerîbe ji bo min, û ez naxwazim ji Kurdistanê dûr bikevim dema ez ji Kurdistanê dûr bim mîna ku masiyeke ji avê derketî bim.


Mihemedê Elî wiha domand: “Ez ji ber çi li Rihayê me, ji ber ku ez nêzikî welat im cihê ku me tê de jiyan kirî, ew her darê ku me çandî bêhna wê tê me, ji min re ev der ji sed Ewropa çêtir e.”


Mihemedê  Elî hekîmiya kurdiyê wek berpirsyariyeke mirovahiyê li ser mile xwe dibine, bi nexweşên xwe re ji dil û can di pêwendiyê de ye, ew dibêje ku dema nesaxêk bi dermanê min şifayê dibîne mîna hemû malê dinyayê bigihije wî.


Helbet Kobanî û helbet xerîbiya binxetê dema ew kelegerma hestên wî wek pêlê behre radibin, ew û hevalên xwe digirine bi amûrên xwe û dilorînin ji kurahiya kezebê.


Miseb jî hevalê Mihemed zarokatiyê ye, wan hevdû di xirecira şer û penaberiyê de winda kribû, lê bajarê Rihayê bu mizginiya hevdîtina wan.    

  

Hevalê Mihemed Elî yê bi navê Miseb jî wiha axivî: “Em ji welatê xwe derketin em hatin me hevdû li vê derê dît. Li bajarê Rihayê birastî tu hevalê xwe dibînî ku we hevdû winda kiriye hun ji şûn ve rasta hev bên gellek xweş e, mîna ku tiştek winda bikî û ji nê ve bibînî.”


Mihemed Elî û Miseb dile xwe bi stranên xerîbiyê dihewînin herwisa brînên xwe dikewînin, car straneke Mihemed Şêxo car yê  Baqî Xido car helbesteke Seydayê Cegexwîn car çarînekekê Tîrêj dibe stara xerîbiyê.


Mihemed dibêje ku Riha edî bajarê min e, em bûne destebirayê hev, lê helbet dê rojekê were emê wek teyrên azad bifirin li ser deştû zozanên xwe, her çend ev der  bajarê me be jî koka me bi Kobanî re zîl daye û her giha li ser koka şîn dibe.