Li Tirkiyeyê pirsgirêka kêmasiya bijîşkan mezintir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka kêmasiya bijîşkan her roj mezintir dibe û di gelek beşan de bijîşkên pêwîst nayên peydakirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, îsal ji bo damezrandina bijîşkan di beşên cuda de 19 hezar û 252 kontenjan eşkere kirin lê tenê 6 hezar û 792 bijîşk hatin tayînkirin.

Li Tirkiyeyê hejmara pizîşkên ku koça derveyî welat dikin her diçe zêde dibe û ev jî li nav welat dibe sedema kêmasiya bijîşkan.

2 hezar û 285 bijîşkan xwestiye ji Tirkiyeyê biçin

Li gorî amarên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), di 9 mehên destpêkê yên îsal de 2 hezar û 285 bijîşkan ji bo biçin derveyî welat bixebitin “Belgeya Rewşa Baş” wergirtiye.

Piraniya kontenjana tayîna duyem a Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ku ji bo wergirtina 2 hezar û 739 bijîşkan pispor bû vala ma.

Bijîşk nehatin peydakirin

Tenê 774 bijîşk hatin damezrandin û di serî de beşa zarokan li 22 beşên cuda bijîşkên pêwîst nehatin peydakirin.

Di beşa nexweşiyên sing ên zarokan û neştergeriya tiliyan de bijîşkekî tenê jî nehat peydakirin.

Pirsgirêka herî mezin jî li bajarên Bakurê Kurdistanê ye.

Nexweş nayên dermankirin

Li Rihayê ji ber nebûna bijîşkê “guh-poz-qirikê” nexweşxane nikarin nexweşên vê beşê derman bikin.

Ji bo parêzgeha Semsûrê jî 114 kontenjan hatibûn veqetandin lê bijîşkekî tenê jî Semsûr hilnebijart û hemû kontenjan vala man.