Muzîk çareseriya çendîn nexweşiyan e

Hewlêr (Rûdaw) – Piraniya me ji xwendina stranan hez dikin, çimku xwendina stranan çalakiyeke bi tehm e û mirov pê dema xwe diborîne, lê belê muzîk di heman demê de ji bo hinek kesan tedawiya nexweşiyan e.

 

Li Amerîkayê kesên ku beşdarî kursên çareseriya bi muzîkan dibin, her hefte rojek serdana navendên taybet ên fêrbûna vê tedawiyê dikin û fêrî teknîkên nefesdanê dibin. Armanca herî giring a waneyên tedawiya bi muzîkê ew e ku beşdaran fêrî wê yekê bikin ku bi awayekî çalak pişika xwe bi kar bînin.

 

Di nav beşdaran de kesekî bi navê John Cameron heye ku 77 salî ye û berî niha cixarekêş bûye. Cameron dibêje: “Ji vir heta mala me lêj e û 800 metre ye. Berê, min her 100 metre carekê bêhna xwe vedida, niha ne wisa me.”

 

Di kursê de muzîkjenên profesyonel hene û beşdarên vê kursê ew kes in ku nexweşiyên wan ên demdirêj  ên endamên nefesê hene. Dr. Nickolas Hopkins dibêje: “Mebesta rahênanên nefes û teknîkên sirûştî û xwendina stranan ew e ku pratîka nefesgirtinê were hêdîkirin û demeke dirêj ji nefesdanê re were dayîn berî ku nefes werbigrin.”

 

Tedawiya bi muzîk û stranan, ji bilî bicihanîna erkê xwe, tam û çêjekê jî dide mirovan, ew yek jî wisa dike ku kesên beşdarî vê tedawiyê dibin, berdewam bibin.

 

Aktora berê Maria Lyndsay yek ji wan kesan e ku beşdarî tedawiya bi muzîkê dibe û li gor wê tedawiyên bi vî rengî, bi awayekî berbiçav sûd daye wê. Lynday dibêje: “Eger ez beşdarî vê kursê nebûma, nefesdana min gelek xirabtir dibû û hesteweriya min jî zêdetir dibû.”

 

Serokê Komeleya Nexweşiyên Pişikê Dr. NormanEdleman ji wan kesan re ku nexweşiyên pişikan bi wan re heye, pêşniyar dike ku dema di rê de ber bi berjor hildikişin, nefesên kûr werbigrin.

 

Pispor diyar dikin ku tevî sûda wê, nabe li şûna tedawiya sirûştî, tenê tedawiya bi muzîkê were kirin.

 

Pisporê nexweşiyên derûnî yê li Herêma Kurdistanê Dr. Nesrew Mistefa, li gel jenîna piyanoyê behsa feydeyên derûnî yên guhdarîkirina muzîkê dike û dibêje: “Muzîk bi awayekî ecêb dikare derûniya mirov aram bike û bêhnvedanekê bide mejiyê.”

 

Dr. Nesrew Mistefa diyar dike ku lêkolîna herî dawîya pizîşkan li ser wan kesan ku ji bo neştergeriyê hatine amadekirin, derxistiye holê ku guhdarîkirina muzîkê ew qas asta hormonên guvaşê dadixe ku ji dermanên aramkirinê baştir e.

 

Pispor dibêjin, kesên ku rastî celteya mejiyê hatine, ji axaftinê hêsantir dikarin stranan bibêjin û xwendina stranan alîkariya xweîfadekirina wan dike.