Ji ber belavbûna nexweşiya tebekê liv û tevgera ajeldariyê hat rawestandin
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî detnîşankirina nexweşiya tebekê ku wek SAT-2 serotipi tê naskirin, liv û tevgera ajeldariyê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat rawestandin û bazarên ajelan tên girtin. Bazara herî mezin a Ajelên Zindî ya Ewropayê jî li Erzeromê ji ber vîrûsa tebeqê hatibû girtin.
Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê berî çend rojan ragihandibû ku nexweşiya tebekê li Iraqê belav bûye û di nav ajelên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hatiye destnîşankirin û diyar kiribû ku wan li 8 kargeh û çewlikan karantîna jî di nav de hemû tedbîr wergirtine.
Piştî daxuyaniya wezareta navborî li çend bajaran tedbîr hatine wergirtin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Sêwasê dest bi wergirtina tedbîran kir û bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo rûbirûbûna nexweşiya tebeqê ji bilî serjêkirin, hinarde û hawrideyê hemû liv û tevgerên ajeldariyê li wê parêzgehê hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniya rêveberiya navborî li Sêwasê hemû bazarên ajelan jî hatine girtin û herkesê pêbendê qedexeyê nebe dê bi 46 hezar û 159 lîreyan bê cezakirin.
Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci jî ji Amedê ragihandin ku bazara ajelan ji ber nexweşiya tebekê hatiye girtin.
Beytar Zekî Kanay ê li Amedê bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci da got, “Ev vîrus jî wek Coronayê xwe diguherîne.”