SILÊMANÎ - Neştergeriya mejî bo profesorê penceşêrê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Silêmaniyê neştergeriya mejî bo profesorê penceşêr Prof. Dr. Enwer Şêxe hat kirin, ku berî çend rojan tûşî xwînberbûna mejiyê bûbû.

 

Dr. Yad Neqşebendî ku doktorekî navdar û herwiha xwendekar û xwarziyê Prof. Dr. Enwer Şêxe ye ji Rûdawê re ragihand ku neştergeriya Prof. Dr. Enwer Şêxe bi dawî bûye û dê heta 24 saetan di bin çavdêriyê de bimîne.

 

Pisporê neştergeriya mejî û demaran Dr. Xalid Şikur ji malbata Prof. Dr. Enwer Şêxe re ragihandiye ku neştergeriya wî gelek hêsan û serkeftî bûye.

 

Dr. Yad Neqşebendî diyar dike ku profesorê penceşêrê Prof. Dr. Enwer Şêxe di dema nexweşiya xwe de jî serdana Nexweşxaneya Hîwa kiriye û nexweş derman kirine, herwiha ders daye doktor û xwendekarên tibê.

 

Prof. Dr. Enwer Şêxe di warê dermankirina penceşêrê de yek ji pizîşkên pêşeng ên Başûrê Kurdistanê ye. Dr. Şêxe biryar daye ku ev neştergerî bo wî li Kurdistanê were kirin û nexwestiye li derveyî welat tedawî bibe, daku îsbat bike Kurdistan jî ji welatên derve kêmtir nîne.

 

Prof. Dr. Enwer Şêxe weke bavê penceşêrê tê nasîn û zêdetirî 108 pizîşkên pispor ên penceşêrê perwerde kirine. Beriya neştergeriyê wî bi xwe li ser hesabê xwe yê facebookê nivîsandiye “Ez dixwazim bibim alava ezmûn û ceribandinê, ji ber vê ez neştergeriya xwe li Kurdistanê didim kirin”.

 

Berî niha çend caran Prof. Dr. Enwer Şêxe ragihandiye ku penceşêr bilêta mirinê nîne, ew dê li Başûrê Kurdistanê du ji sê nexweşên penceşêr derman bikin.