Cixareya elektronîk zirarê dide mejiyê mirov

Hewlêr (Rûdaw) – Nojdarên Zanîngeha Kalîforniyayê diyar dikin ku cixareya elektronîk zirarê dide mejiyê mirov.

 

Nojdarên Amerîkî piştî lêkolînan eşkere kirin ku cixareya elektronîk zirar dide mejiyê mirov.

 

Ji Zanîngeha Kalîforniyayê Prof. Dr. Prue Talbot ku serperiştyarê lêkolînê ye, dibêje: “Nîkotîn dixin nav cixareyên elektronîk, ew nîkotîn jî li ser endamên laşê mirov bandor dike, bi taybetî jî li ser mejî.”

 

Prof. Dr. Prue Talbot eşkere dike, nîkotîna ku di nav cixareyên elektronîk de heye, dibe sedema zirargihandina li wergirên proteînê yên li ser rûyê mejiyê mirov, ev jî bandoreke neyênî li ser mejî dike.

 

Nojdarên Amerîkî yên Zanîngeha Kalîforniyayê daxwaz dikin ku kompaniyên berhemhêner, ti nîkotîn nexin nav berhemên xwe, daku xelkê bi giştî, xort û ciwanan bi taybetî, ji vê bandora xirab a cixareyên elektronîk dûr bixin.