Gelo mirov mastê xwemalî bixwe an hawirdekirî?

Hewlêr (Rûdaw) – Mastê xwemalî an hawirdekirî, gelek kes pirsyara vê yekê dikin, ku gelo ji bo xwarinê kîjan guncaw e?

 

Îro li Başûrê Kurdistanê ji bilî mastê gundan, mastê kargehên navxweyî jî li bazarê hene, lê her dem gilî û gazinan dikin ku mastê hawirdekirî bandoreke xirab li ser bazara wan dike.

 

Mast berhemeke şîr e û di encama guhertina şekirê laktoz ê di nav şîr de çêdibe. Destpêkê divê şîr were kelandin û giyanewerên nexweşker ên têde nemînin, piştre bakteriyên zindî yên bêzirar tê xistin ku erkê wan guhertina şekirê laktoz bo tirşê laktîk e.

 

Hinek kompanî şekir dixin nav mast, ji ber wê jî xurekeke nedirust û pir kalorî çêdibe, lewma divê dema mirov mast dikire, baş bizane ku şekir nexistine hundirê wî.

 

Mast bi proteîn, kalsiyum, potasyum, magnezyum û çend cureyên vîtamîn B dewlemend e. Ji bo tendirustiya hestiyan baş e.

 

Mastê sirûştî bi bakteriyên sûdewer dewlemend e, di parastina balansa bakteriyên di nav hûr û rûviyan de rola wî heye.

 

Hinek kargehan pêla germahiyê li mast didin, ew jî bakteriyên sûdewer ên di nav de dikuje.

 

Probayotîk û bakteriyên sûdewer

 

Pirsgirêkeke mezin a mirovên niha ew e ku di laşê wan de bakteriyên sûdewer kêm in. Ev jî ji ber kêmxwarina xwarinên sirûştî, bikaranîna zêde ya antîbiyotîkan e.  Ew him berevaniya laşê mirov li dijî bakteriyên bi zirar kêm dike, him jî derketiye holê ku sedema qelewbûnê  û heta tûşbûna nexweşiya şekir e jî.

 

Pisporên xurekan dibêjin ku mast bi bakteriyên sûdewer û probayotîk dewlemend e û dibe ku rola wî hebe di zêdekirina bakteriyên sûdewer de, bi mercekî ku mast ji wan qonaxan nehatibe derbaskirin ku bakteriyên sûdewer jinav çûbin. Mastê xwemalî ji ti proseyeke wisa naçe ku bakteriyên sûdewer bikujin.

 

Kesên ku mastê xwemalî amade dikin, divê şîrê xwe heta astekê germ bikin ku bakteriyên bi zirar jinav bibin, jê re jî dibêjin pastorîze. Pastorîze bi vî awayî tê kirin ku şîr bi pileya 62 pile heta nîv saetê tê germkirin, piştre tê sarkirin û havên tê xistin û zêdebûna bakteriyên sûdewer dest pê dike.