Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nexweş nikarin dorê bistînin

Enqere (Rûdaw) -  Li Tirkiyê pirsgirêkên xizmetguzariyên tenduristiyê berdewam in. Hikûmeta Tirkiyê pêştir ragehandibû ku ew dikarin bi online wate bi rêya înternetê dorê bistînin, lê ji ber hejmara kêm a doktoran û hejmara zêde ya nexweşan xelk nikare di dema xwe de dorê peyda bike, ji bo dorê hin caran hemwelatî neçar in zêdetirî 20 rojan li benda dora xwe bin.

Li gorî raporên Jûra Pizîşkên Tirkiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 160 hezar doktor hene û pêdiviya wezaratê bi 80 hezar doktorên din jî heye. Kêmbûna doktoran dibe sedem ku xelkê Tirkiyê û Bakurê Kudistanê bi rojan li benda dora doktoran bisekinin.

Sekreterê Giştî yê Jûra Pizîşkên Tirkiyê Dr. Vedat Bulut got: “Polîtikayên şaş û xirab ên Tenduristiyê dibe sedem ku gellek daxwaza randevuyan bê kirin. Lê sedema sereke nebûn an jî kêmbûna xizmetên destpêkî ne, pêwîst e navendên tenduristiyê yên detpêkê (ASM) bêne zêdekirin. Wate eger li Navendên Tenduristiya Malbatê ( ASM) hejmara karmendan bê zêdekirin û tenduristiya xelkî bê parastin li nexweşxaneyan jî evqas qelebalix jî çênabe.”

Li Enqere 2 jê nexweşxaneyên bajêr bi giştî 37 nexweşxaneyên dewletê hene. Lê tevî vê yekê jî ji ber hejmara zêde ya nexweşan hemwelatî nikarin di roja xwe de doktoran peyda bikin.

Hemwelatî Necatî Kurtdogan jî got: “Randevû bidin jî çi caran doktor di seata xwe de amade nabin. Dibêjin seat 2yê werin em tên heta seat 4ê jî kesek tine. Dibêjin doktor tine, îro nikare kar bike, wê demê randevû hebe jî bêwate ye. Dibêjin karekî doktor derket nexweşekî giran heye û em nikarin tiştekî bikin, îro herin sibê werin.”

Şoforê servîsa nexweşxanê Sefer Aydenîz jî got: “Piraniya hemwelatiyan gazindeya nebûna randevuyan dikin, xelk nikare doktor peyda bike, zehmetî hene, ez berdewam nexweşan tînim

Li gorî amarên Jûra Pizîşkên Tirkiyê sala 2020ê 947 sala 2021ê hezar û 405 doktor ji Tirkiyê çûne Ewropa, pêşbînî tê kirin ku sala 2022ê jî derdora 2500 doktor ji ber rewşa xirab biçin Ewropayê.