DUHOK - 3 nexweşxane tên girtin

Duhok (Rûdaw) – Li bajarê Duhokê, ji ber koçkirina doxtoran û destnîşan nekirina karmendên tendurustiyê, 3 nexweşxane û çend navendên tendurustiyê û hin beşên ji nexweşxaneyên giştî dê bêne girtin.

 

Rêveberê Giştî yê Tendurustiya Parêzgeha Duhokê Dr. Nizar Îsmet ji Rûdawê re ragihand, “Tenê di 2016ê de 100 doxtorên Duhokê çûne derveyî welat. Ji ber vê jî hejmara doxtoran kêm bûye. Em naçar man ku çend nexweşxaneyekê bigrin.”

 

Îsmet da zanîn ku di pêngava yekem de 3 nexweşxane li Zaxo û Akrê dê bên girtin, ji bilî van jî jiber nebûna karmendên tendurustiyê, çend navebdên tendurustiyê û beşên ji nexwexaneyên giştî jî dê bên girtin.

 

Dr. Nizar Îsmet got, “Weke mînak niha li 3 beşên giring ên Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê tenê doxtoreke nîştecîh heye. Pêwîst dikir ku 12 doxtor hebin. Ji bilî vê yekê, li nexweşxaneya lezgîn a Akrê hejmara karmendên tendurustiyê pir kêm in. Em naçar in ku vê nexweşxaneyê bigrin û karmend û doxtorên wê bişînin Nexweşxaneya Gûlan.”

 

Rêveberê Giştî yê Tendurustiya Parêzgeha Duhokê daxuyand ku li piraniya navendên tendurustiyê de doxtor nînin û li dewsa wan alîkarên doxtoran karê çareseriya pijişkî û dermankirinê dikin.

 

Niha bi tevê koçberan, hejmara şêniya parêzgeha Duhokê nêzîkê 2 milyon kesan e. Li gorî standartên Wezareta Tendurustî ya Iraqê, divê ji bo her 10 hezar hemwelatiyan 16 doxtor hebe. Lê niha li parêzgeha Duhokê ji bo 10 hezar hemwelatiyan 4 doxtor berdikeve.

 

Dr Nizar Îsmet derbarê tayînkirina doxtoran de jî wiha axivî: “Par ji bo Duhokê 50, ji bo Hewlêrê 100 û ji bo Silêmaniyê 90 doxtor hatine tayînkirin. Divê tayînkirina doxtoran li gorî pêdiviyan be.”

 

Navçeya Zaxoyê yek ji wan navçeyan e ku hejmara doxtoran lê kêm e. Niha nêzîkê 420 hezar kes li vê navçeyê dijîn. Lê tenê 2 doxtorên Zaxoyî di nexweşxaneyan de hene.

 

Rêveberê Tendurustiya Zaxoyê Dr. Qerenî Seîd jî got: “Di sala 2014ê de 42 pijîşkê pirpor li Zaxo hebûn. Niha tenê 12 doxtor mane û tenê 2 kes ji wan xelkê Zaxo ne."

 

Dr Qerqanî Seîd herwiha bang li Serokwezîr û Wezareta Tendurustî kir ku çareyekî ji vê rewşê re peyda bikin û got, “Eger wiha berdewam be em naçar in dawiya vê heyvê de karmendên Nexweşxaneya Lazgîn a Şebanîkî veguhezin Nexweşxaneya Bêdarê û deriyê nexweşxaneyê bigrin.”