Kûçik nexweşiya penceşêrê destnîşan dikin

Navenda Nûçeyan – Li welatên Ewropayê herî zêde li Brîtanyayê mirov ji ber penceşêrê dimrin. Sedema sereke jî dereng destnîşankirina nexweşiyê ye.

 

Lê rêxistineke taybetî yê destnîşankirina nexweşiyên penceşêra prostate, bi rêya kûçikan dikare van nexweşan peyda bike.

 

Li Awûstûralyayê pizîşkên pispor, ji bo peydakirin û destnîşankirina nexweşiyên penceşêra prostate kûçikan perwerde dikin.

 

Bernameya perwerdekirin û bikaranîna seyan ji aliyê Desteya Navdewletî ya Xizmetguzariyên Tendurustiyê tê pêşxistin.

 

Li Nexweşxaneya Milton Kenes a Awûstûralyayê, 8 se li ser mînakên rast ên nexweşiya penceşêrê tên perwerdekirin. Armanca pizîşkan ew e, ku testên mîzê bidin ber kûçikan û bi rêya hest û bêhnkirina seyan, nexweşiyên penceşêrê zû peyda bikin.

 

Rahênerê kûçikan Rob Hares dibêje; “Ev se wisa hatine perwerdekirin, dikarin bi rêya bêhnkirinê nexweşên penceşêra prostate peyda bikin. Di vir de ji hestê bêhnkirina seyan sûd tê wergirtin. Ew madeyên kîmyewî yên di nava mîzê de derdikevin, ku nîşanên nexweşiya penceşêrê ne, peyda dikin.”

 

Nexweşekî penceşêrê jî dibêje, “Di destpêkê de ez gelek tirsiyam, min ne dizanî ka çima ev hinde pişkinînê dikin û kontrol dikin. Paşî min zanî ku penceşêrê ez girtime. Lê zû pê hesiyam. Birastî jî rêbazê nû pir balkêş e.”

 

Kûçikên tên perwerdekirin di nav malan de ligel malbatan dijîn. Her yek ji wan xwediyê taybetmendiyekê ye.