Li Erziromê 21 kes bi gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê li atolyeyeke tekstîlê 21 xebatkar bi gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin.
Li atolyeyeke li navenda Erziromê 21 xebatkarên ku di vardiyaya şevê de dixebitîn ji ber sergêjî û lihevketina dil çûn serwêsên acîl ên Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.
Di tetkîkên serwîsa acîl de derket holê ku xebatkar bi gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketine û xetereya jiyana wan nîne.
Hat ragihandin ku ew kesên bi jehrê ketine dê demekî di bin çavdêriyê de bimînin.