Herêma Kurdistanê 2 welatiyên din ên Çînî paşde vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Binkeya Nişîngeh û Pasportan li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, îro Yekşemê rê bi du welatiyên Çînî ku jinek û zilamek bûn, nehat dank u derbasî nav Kurdistanê bibin û bo Çînê paşde hatin vegerandin.

Rzigar Efendî ji Rûdawê re got, sedema vegerandina wan herdu welatiyên Çînî, ku jinek û zilamek bûn, rêgirtina ji belavbûna vîrûsa Koronayê bûye.

Berpirsê Binkeya Nişîngeh û Pasportan li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê diyar kir, li gor biryar û tedbîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê, ew rê nadin ti welatiyekî Çînî derbasî nav sînorê Herêma Kurdistanê bibin û tekez kir, heta niha wan rê nedaye 6 kesên Çînî ku derbasî nav Hewlêrê bibin û bo Çînê hatine vegerandin.

Vîrûsa Korona Wuhan 2019, coreke vîrûsa Koronayê ye ku ji destpêka meha bihorî ve li bajarê Wuhanê yê Çînê ku dikeve paêrzgeha Hubey ya wî welatî peyda bû û ji mirov bo mirov û ji ajelan ve bo mirovan tê veguhastin.

Li gor amarên ku Komîsyona Niştimanî ya Tendirustiyê ya Çînê ragihandiye, heta îro ji ber vê vîrûsê 305 kesan canê xwe ji dest dane, ku 304 kes li Çînê û kesek jî li Fîlîpînê bûye. Herwiha zêdetirî 14,591 kes jî bi vê vîrûsê ketine.