Li Dêrsimê geştiyar serdana Ziyareta Duzgun Baba dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilsê ya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, ziyareteke pîroz a Elewiyan li çiyayekî bi bilindahiya 2 hezar û 100 kîlomêtran he, ku piştî hilkişîneke 10 kîlomêtrî  digihîje wê ziyaretê. Ew jî ziyareta Duzgun Baba e ku rojane pêşwazî li geştiyaran dike.

Li Dêrsimê geştiyar bo serdana ziyareta Duzgun Baba ku ji keviran hatiye çêkirin bikin bi wî çiyayî ve hildikşin.

Hinek cihê wê jî hene ku kesên diçin wê derê mirazên xwe dibêjin û qurbanên xwe lê serjê dikin.

Arkeolog Duzgun Tarkan got "Hatina vê derê gelekî zehmete ji ber her hilkişîn e. Lê ji ber mirov bi pîrozahiya vê derê bawer dikin, di çi temenî de bin jî û çend demjimêran rê dirêj be jî, tên vê derê û li lûtkeyê serdana cihê pîroz dikin."

Ligel geştyarên ji parêzgehên derdorê ji Fransayê jî malbatek bo geştê hatiye û piştî rêwitiyeke zor û zehmet bi dîtina dîmenên bê hempa kêfxweş in.

Geştyara ji Fransayê Arzu Kahraman dibêje "Rêwîtiya vê derê gelekî dirêj bû. Em bi malbatî 15 kes bi hevre hatin. Mirovên vê derê jî gelekî baş in."

Li parêzgeha Dêrsimê Ziyareta Bave Duzgin li gundê Kil e ku nêzîka 12 kîlometre dûrî navçeya Qislê ye. Ev der navendeke pîroz a baweriya Elewiyan e û bi taybet di mehên Hezîran û Tebaxê de bi sedan geştyarên navxwe û biyanî serdana vê derê dikin.