Li Midyadê Suryanan Kirîsmis pîroz kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya bi ser Mêrdîn a Bakûrê Kurdistanê li Dêra Mor Şêmûn a Suryanan piştî nimêja qeddas hat kirin, Suryanên Mîdyadê di hewşa dêrê de cejna jidayikbûna Pêxember Îsa pîroz kirin. Ji bo Cejna Kirîsmisê welatiyên Suryan ji demjimêr şêşê serê sibehê vê lê dêrê kombûn û beşdarî rêûresma pîrozkirina cejnê bûn.
Şêniyên Suryan ên Mîdyadê ji bo Kirîsmisê ango cejna jidayikbûna Hz. Îsa di şeşê sibêhê de li dêrê beşdarî merasima olî bûn. Di dawiya rêûresma olî ya Kirîsmisê ya ku zêdetirî çar demjimêran dewam kir welatiyên Suryan di hewşa dêrê de cejna hev pîroz kirin.
Welatiya Suryan Marîa Aktaş anî ziman, “Em gelek bextewar in îro cejna jidayikbûna Îsa Mesîh e. Wate û nirxê vê rojê gelek zêde ye. Hêvî dikim ev cejn ji hemû dinyayê re, aştî û hizûr û rojên xweş bîne.”
Welatiyê Suryan Lîonatan Aktan got, “Hemû gele me, hemû cemaeta Suryanan, hevalên me, biçûk û mezinên me cejnê pîroz dikin. Tabî şekir û kolonya em didin wan.”
Piştî dawîlêhatina qeddasa pîroz û pîrozbahîya cejnê ya li Dêra Mor Şêmûn welatiyên Suryan li malên xwe mêvanan qebûl kirin û serdana hev kirin. Her wiha Kurd û Erebên Misilman û Kurdên Êzidî jî boneya Cejna Noelê serdana cîranên xwe yên Suryan kirin.
Welatiyê Suryan Gebro Tokgoz got, “Em dixwazin xêr û xweşî hebe li dinyayê. Bê şer û bê kuştin û bê nexweşî be.”
Welatiyê Misilman Silêman Îş got, “Din ev çanda me de Suryanî, Misilman, Êzidî em salê şeş eyda pîroz dikin diçin eydên hev du.”
Welatiyê Misilman Mistefa Tercan anî ziman, “Eydên me û eydên wan exleben tevlîhev in, zarokên me gelek caran nizanin eyda kîjan rexî ye jî. Bi hev re digerin, ez dibêjim heta heta ev jîyana xweş din ava me de dewam bike.”
Li Midyadê di salên 90î de zêdetirî 1500 malbatên Suryan ji ber konjoktora sîyasî ya wê demê koçî Ewropa bûne ji ber wê li Midyadê hejmara Suryanan di halê heyî de tene derdora 2500 kesan e ku yên mane bi vî rengî bi vê şêwaza resen a xwe nerîtên bi hezar salan a bîr û bawerîya xwe pêk tînin.