RIHA - Mihricana Kelhenek û Balîcanan hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê “Mihricana Kelhenek û Balîcanan” hat lidarxistin.

Mihrican ji bo danasîna bacanên reş ên tescîlkirî û teyrên Kelhenek (sîsarkê gurî-keçel) ên ku nifşa wan li ber qelandinê ye, hat organîzekirin.

Îsal cara sêyemîn e ku mihrican tê lidarxistin û gelek kes beşdarî mihricana îsal bûn.

Li gel hinek rayedarên Rihayê gelek vexwendî jî tevlî mihricanê bûn.

Li qada mihricanê ji bacanên reş ên navçeyê yên tescîlkirî kebab hatin amadekirin û li ser mangalên ku dirêjahiya wan 63 mêtre ye, hatin biraştin.

Li qadê ji bacanên reş xurekên curbecur hatin çêkirin.

Roviyek hat tijikirin ku dirêjiya wê 37 mêtre ye.