VÎDEO - Festîvala nanpêjên xêrxwaz

Sine (Rûdaw) - Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê nanpêjên xwaringeh û kafeyên cihê, festîvalek bi armanca arîkarîkirina sêwî û hejaran rêk xist.


Nanpêjên xêrxwaz bi boneya meha Remezanê ya hemwelatiyên misilman, çar rojan her êvar li cihê festîvalê cûreyên xwarinên kurdewarî û biyanî pêşkeşî bajariyên Sineyê kirin.


Festîvala xwarinan bi pêşengiya Navenda Xêrxwazî ya Jîwar birêve çû. Pereyê ji nanpêjan qizinkirî dê bi ser sêwiyan û malbatên hejar bê dabeşkirin.