Incîleke Îbranî ya 1100 salî bi 38 milyon dolaran hat firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Incîleke ku temenê wê hezar û 100 sal in li New York a Amerîkayê bi 38 milyon dolaran hate firotin. Ew Incîl ewqas baş hatiye nivîsanin û parastin ku niha jî bi başî tê xwendin, Incîl li Îsraîlê û Sûriyê hatiye nivîsandin.

Temenê Incîlê 1100 sal e, bi dest hatiye nivîsandin û di bergeke ji çerm de hatiye parastin. Rêzên ku bi Îbranî hatine nivîsandin bi zelalî mane. Ev yek ji kevintirîn destnivîsarên pirtûka pîroz a Kirîstiyaniyê tê danan ku bi 38 milyon dolaran hate firotin.

Pispor Sharon Lieberman Mintz got, “Tiştê ku hûn li piştê dibînin, Incîleke ku hezar sal berê li dora sala 900an li axa lsraîlê an Sûriyê hatiye nivîsandin. Berî vê yekê, çend beşên Incîlê tenê di çend pirtûkên Deryaya Sor de xuya bibûn.”

Ev Încîl ji aliyê Balyozê berê yê Amerîkayê yê Romanyayê Alfred Moses ve hate kirîn da ku bide Muzexaneya ANU ya gelê Cihû li Tel Avivê.

Pispor Sharon Lieberman Mintz anî ziman, “Ev Încîl li ser çerm hatiye nivîsandin. Ji aliyê nivîskarekî ve li ser 792 rûpelan hatiye nivîsandin. Çerm wê demê gelekî biha bû û ji bo nivîsandinê dihat bikaranîn.”

Perên vê pirtûka kevnar ji çermê zêdetirî 100 ajelan hatine çêkirin.

Pispor Sharon Lieberman Mintz got, “Lêkolînvanan ev Încîl lêkolîn kirine, ew pir pir nêzik an dişibe Încîl a ku îro heye. Bi rastî, bi heman tîpên Îbranî yên çargoşe hatiye nivîsandin ku pirtûka Tewratê pê hatine nivîsandin ku bi sedan salan hatiye bikaranîn. Eger tu bikarî nivîsa Îbranî bixwînî, dikarî bi hêsanî vê Încîlê bixwînî.”

Dîroka nivîsandina vê Încîlê vedigere ji bo navbera salên 880 û 960 Zayinî û bi navê Codex Sassoon hatiye binavkirin. Ev nav di sala 1929an de pere hatiye dayin, piştî ku ji aliyê David Solomon Sassoon kurê bazirganekî Cihû yê Iraqî ku mala xwe bi destnivîsên Cihû tije kiribû, hatibû kirîn.

Piştî Sassoon mal û milkên wî hatin hilwişandin û ev Incîl bi 320,000 dolaran ji kompanyayeke Brîtanî re hate firotin. Careke din di sala 1989an de bi 3.19 milyon dolaran bi bazirgan Jack Safra re hat firotin, wî jî, roja Çarşemê di mezadeke eşkere de firot.