Ji bo 2 bajarên Kurdî mizgînî!

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Zanîst û Kulturê (UNESCO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, Pira Malabadî ya Amedê û Kelha Wanê ji bo paristanê di lîsteya xwe ya demkî de tomar kir.

UNESCO li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 10 cihên din di çarçoveya parastina Mîretaya Çandî de bi ser lîsteya xw ya demkî ve zêde kir.


Pira Malabadî (Amed), Kelha Wanê (Wan), Kuliya Siltan II. Bayezid  (Edirne), Kelha Bodrumê (Mugla), Mizgfeta Sivrihisarê (Eskişehir), Mizzgefra Hacî Bayram ve cihên dîrokî yên derdora wê (Enqere), Kuliya Nuruosmaniye (Stenbol), Bjarê Kevnar yê Kibyrayê (Burdur), Minareya Yivlî (Antalya), Ceneta Çûkan a Kizilirmak (Samsun) li ser lîsteya navnorî zêde bûn.


Piştî wan cihan hejmara di lîsteya UNESCO de cih girtin bûn 70.


Serokê Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyê li UNESCO Por. Dr. Ocal Oguz ragihand niha 70 cihên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di lîsteya demkî ya UNESCO cih girtine.