Neanderthalên Kurdistanê deriyên nû yên dîroka mirovatiyê vedikin
Hewlêr (Rûdaw) - Şikefta Şanederê ya li herêma Barzanê ya Hewlêrê û bermahiyên skeletên Neanderthalan deriyên nû yên zanîna dîrokê li ber mirovahiyê vedikin.
Neanderthal beriya niha bi zêdetir ji 300 hezar salî ji Rûsyayê ber bi peravên Atlantîkê belav bûbûn lê 40 hezar sal berê ji nişka ve winda bûn.
Lêkolerên ji zanîngehên Cambridge û Soranê sala 2015an li Şikefta Şanederê skeletekî Neanderthalan dîtibû.
Piştre hatibû tesbîtkirin ku skeletê Neanderthalan ê ku li cîhanê herî baş hatiye parastin ev e.
Ew skelet bûye çavkaniya têgihiştinek nû ya jiyana Neanderthalan û rê li ber lêkolînerên dîrok, antropolojî û şûnwarnasiyê vedike.
Netflixê belgefîlmek li ser Neanderthalan belav kir
Herî dawî skeleta bi nave “Shanidar Z” ya Şikefteka Şanederê bû mijara belgefîlmeke nû ya Netflixê.
Belgefîlma Razên Neanderthalan (Secrets of the Neanderthals) li ser platforma Netflixê hat belavkirin û bi dîmenên 3D tê nîşandan.
Derhênerê belgefîlmê Ashley Gething e.
Ashley Gething bi filmên navdar ên wekî “The Greatest Game, A World in Arms, As It Happened: Pearl Harbor” tê naskirin.
Dîmenên Razên Neanderthalan li Herêma Kurdistanê, Xirwatistan, Fransa û Gibraltarê hatine girtin.
Paleoanthropolog Dr. Emma Pomeroyê diyar kir ku wan modela vî qoqê seriyan bi rêya 3Dyê amade û dê di Netflixê de wekî belgefîlm were belavkirin.
Dr. Emma Pomeroyê amaje bi wê yekê jî kir ku hestiyên qoqê serî ji ber ku di bin keviran de ma ye pir xirab bûye.
Li hêla din, Dr. Emma Pomeroyê da zanîn ku ew qoqê seriyan ê jinekê ye ku dema di salên xwe yên 40î de ye miriye û 75 hezar sal berê jiyaye.
Dema ku lêkolîneran qorika wê dîtiye, skelet û parçeyên qoqê serê wê li şikeftê nehiştine.
Tîma Brîtanyayê destûr ji Daîreya Arkeolojiyê ya Herêma Kurdistanê xwest û li ser skelet xebitî.
Shanidar Z ji parsû, mil, pişt, diran, movik, zênî û destê çepê pêk dihat.
Hestî piştî xebateke dûvdirêj û dijwar ji nû ve hatine rêzkirin da ku skeletekî nû jê were avakirin.
Şaneder bûye çavkaniyeke girîng ji bo mirovahiyê da ku mirovahî bi rêya bermahiyên Şanederê dîroka xwe fam bike û zanibe bê ka bav û kalên wan çawa bûne, wan çi kiriye û çawa jiyane.
“Şanedar cihekî girîng ê pêşeroja me ye”
Paleoantropologekî din jî amaje bi şikefta Şanederê kir û da zanîn ku ew cihê bav û kalên me ye.
Li gorî wî paleoantologî Şaneder cihekî pir girîng ê pêşeroja me û ya Neanderthalan e.
Di cîhanê de cara yekem bermahiyên Neanderthalan sala 1830î li Belçîkayê hatin dîtin.
Lêkolîner wisa difikirîn ku Neanderthal mirovên seretayî ne û xwedî şêwazê jiyaneke pir taybet bûne.
Dema sala 1951ê skeleton 9 mêr, jin û zarokên Neanderthal cara yekem li Şanederê hatin dîtin, cîhanê kifş kir ku Neanderthal mirovên, jîr, taybet û xwedî kevneşopiyên dînî û civakî ne.
Skeletan wan hemû bi heman rengî hatibûn veşartin û rûyên hemûyan jî wekî hevdû bûn.