Şikesta mezin a Amerîkayê û derfeta zêrîn ji bo Kurdan
Îran li Bexdayê bi ser ketiye. Amerîka û Brett McGurk şerê pêkanîna hikûmeta Iraqê winda kirin. Lê ev ne merc e ku encamên wê yên xirab hebin ji bo Herêma Kurdistanê.
Mirov dikare vê şikesta Amerîkayê bike derfet. Ne weke şikestên berê yên Amerîkayê yên li Iraqê ku Kurd baca wan bide.
Di şerê DAIŞê de bi hezaran xortên Kurd, bûn qurbaniyên xeletiya vekişîna Amerîkayê ya sala2011an. Bêguman ev yekane sedema serîhildana DAIŞê nebû, lê eger Amerîka bi wê şêweyê ji Iraqê venekişiya û Waşington bi wê şêweyê piştgiriya bihêzbûna Nûrî Malikî nekira, gelek zehmettir dibû ku DAIŞ ji komeke çekdarî bibe dewletekê ku gef li hebûna Herêma Kurdistanê bixwe.
Niha Amerîkayê careke din şikest xwar. Brett McGurk wisa dibîne ku sedema serkeftina Îranê li Iraqê ew e ku Tehran wisa derdikeve holê ku bi navê hevpeymaniya li mala Şîe amade ye (eger pêwîst bike) bi her awayî dijatiya Kurdan û aliyên Sunî bike. Di demekê de sedema rasteqîn a serkeftina Tehranê ew e ku îsbat kiriye pişt li hevpeymaniya xwe nake û dijminên xwe jibîr nake. Piştgiriya McGurk bo Ebadî li dijî Kurdan li Kerkûkê û çavgirtina li komkujiya Erebên Sunî di şerê DAIŞê de sûd neda Amerîkayê. Amerîkayê şikest xwar û vê carê nabe Kurd baca wê bide, divê berevajî wê were kirin ku vê yekê bikin derfetek.
Niha pêwîstiya Amerîkayê bi Iraqekê ye ku ji berê gelek kêmtir petrol û bazirganî li gel Îranê bike, yan qet neke. Adil Ebdulmehdî jî Heyder Ebadî nîne. Ebadî bi rêkeftineke Amerîkî-Îranî, bû serokwezîrê Iraqeke ku bêyî piştgiriya Amerîkayê DAIŞ digihişt paytexta wê.
Adil Ebdulmehdî yekem serokwezîrê Iraqê yê piştî Sedam Husên e ku bêyî piştgiriya rasteqîn a Amerîkayê bûye serokwezîrê Iraqê. Eger Ebdulmehdî pêngavekê ji bo berjewendiya Amerîkayê biavêje, deh pêngav ji bo Îranê ye. Dibe ku di vê demê de Balyozxaneya Amerîkayê xweşkirinekê bike ji bo pesendkirina hejmarek wezîrên din li parlementoyê (ku di wê de jî bawer nakim pêwîstî bi McGurk hebe) û herwiha zêdekirina dahata Iraqê bi rêya bilezkirina di zêdekirina rêjeya hinardekirina petrola Kerkûkê de, lê belê weke dîplomatekî Amerîkî (ku ji salên 2003-2004 û 2014-2016 li Iraqê bûye û şarezayê hûrgiliyan e) ji min re got, Ebdulmehdî li dijî Amerîkayê nîne, lê zêdetir baweriya wî bi piştgiriya Îranê ye. Neku tenê Ebdulmehdî, piraniya nuxbeya siyasî ya Iraqê baweriya wan bi Tehranê ye ku weke Amerîkaya sala 2011an ji nişka ve xatir naxwaze û Suleymanî weke McGurk nîne û nahêle laşên hevpeymanên wî li Kerkûkê bi Abrams werin binpêkirin.
Rast e Ebdulmehdî dê berdewam bibe di hewldanên razîkirina Amerîkiyan de, ji ber ku ji aliyê ewlehî, aborî û dîplomasiyê ve gelek pêwîstiya Iraqê bi Amerîkayê heye. Lê tiştê ku niha Amerîka li Iraqê dixwaze, gelek zehmet e ku bi Ebdulmehdî were cîbicîkirin. Ji ber ku egereke mezin heye ku Waşington û bereya dijî Îranê berê xwe bidin Hewlêrê û pêşniyarên baş pêşkêş bikin.
Dibe ku di qonaxekê de pêwîstiya Amerîkayê bi endazeya serdema şerê DAIŞê û şerê Iraqê yê 2003an bi Hewlêrê hebe. Vê carê divê aliyên siyasî yên Kurdistanê amade bin bi PDK, YNK û aliyên din ve û ji bîra wan neçe ku cara ewil piştî rûxana Sedam Husên ve, hevkêşeya navdewletî li Iraqê guheriye. Qonaxa dahatû vegera bo serdema berî şerê DAIŞê nîne. Ew serdema ku Îran û Amerîka jihevtêgihiştineke wan hebû derbarê mijarên sereke yên li Iraqê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dikaribûn bi siyaseta "parastina balans" di navbera Tehran û Waşingtonê de berjwendiyên xwe pêş bixin.
Ev siyaseta "parastina balans" a li Iraqa Adil Ebdulmehdî bi bandor nabe. Êdî ew helwest zêdetir dibe ku ne mumkin e di heman demê de Waşington, Riyad, Tehran û Enqere razî bikî û tenê bi biryarnedanê xwe xilas bikî. Ji bilî vê, ez siyaseta "parastina balans" di navbera aliyên navdewletî de di siyasetkirinê de weke tiralî dibînim. Hêza siyasî ya serkeftî, her dem divê xwedî plana konkrîtî û destpêşxerî be ji bo bikaranîna derfet û kêmkirina zirara gefan.
*Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê yê li baregeha sereke ya Neteweyên Yekbûyî