Hizra neteweyî li ba Seydayê Tîrêj

Berovajî yan cuda ji tecrûbeya çandî û wêjeyî ya gelek miletên din li Rojhilat û Rojavayê cîhanê, hizra neteweyî yan neteweperestî di edebiyata kurdî de herî zêde di janra helbestê de hat xuyakirin.


Çimkî helbest di qada wêjeya kurdî de ji piraniya janrên din wek roman û şano û çîrokê û …hwd kevintir e. Lewma em dikarin bêjin ku helbesta kurdî, nexasim ya klasîk, bûye qadeke dewlemend û berfireh ji bo derbirîn û nîşandana fikr û hizrên neteweyî û yên girêdayî ax û xwezaya Kurdistanê.


Helbestvanê neteweyî yê nemir Ehmedê Xanî beriya sedê salan berhema xwe ya nemir (Mem û Zîn) kir hêncet û behane da ku hizr û bîr û baweriyên xwe yên neteweyî di nav miletê xwe de belav bike û ew bi xwe dibêje:


Şerha xemê dil bikem fesane

Zînê û Memê bikim behane

Xanî herwiha dibêje:

Da xelq nebêjitin ko ekrad

Bê marîfet in, bê esl û bunyad

Enwaiê milet xwedan kitêb in

Kurmanc tenê di bê hesêb in!


Helbestvanê me yê hêja Seydayê Tîrêj jî yek ji wan helbestvanên Kurd yên klasîk bû ku xîreta neteweyî di dil û mejiyê wî de di coş û kelecanê de bû û wî hebûn û qîmeta xwe bi hebûna û qîmeta welatê xwe ve girêdida û bi mirovê Kurd û zimanê kurdî bawermend bû û bi hemû helbest û berhemên xwe dixwest wê yekê ji xwînerên xwe re bêje ku “bê welat jiyan nabe!” Tîrêj di helbesta xwe ya “Taca Şerefxan” de wiha vê rastiyê tîne zimên û dibêje:


Ger tu nebî ma em çi ne?!

Canim bi qurbana welat

Bawer bike di rêça te de

Xwîna me erzan e welat

Axa te misk û ember e

Ava te ava kewser e

Kevirê te durr û mermer e

Elmas û mircan î welat

Ava çemê Dicle Firat

Sed Zemzem û ava heyat

Nayên di mizgîn û xelat

Pîroz û derman î welat

Qada te tev zêrê zer e

Kîmya û neft û komir e

Tev dehl e tev dar û ber e

Tev bax û bistan î welat

Xemla cîhan ji rewşa te ye

Şahî bi mizgîna te ye

Dem her di fermana te ye

Taca Şerefxan î welat!


Ango Tîrêj pir eşkere û vekirî dibêje eger welatê me nebe, em ne hêjayî tiştekî ne!


Seydayê Cegerxwîn dikare wek yek ji çavkaniyên neteweperweriya Tîrêj bê hejmartin ji ber ku Cegerxwîn bandoreke pir mezin li ser Tîrêj çêkir û di dîwana xwe ya sêyem (Kî me Ez) de, li ser Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Bersiva Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja û giran ji wî kiriye û ew bi belavkirina hişyariya neteweyî di nav ciwanên Kurd de teklîf kiriye û gotiye:


Ey hevalê min î rind

Çi li bajêr çi li gund

Bo milet û bo welat

Divê bikin em xebat

Gerek em ranewestin

Ma ev ji kê tê xwestin?

Ev xwendin û zanebûn

Nêzîk dikin serxwebûn

Xortên wek te pir zana

Gerek bêjin; Nezana

Bira destên hev bigirîn

Di vê rê de em bimirin


Bi rastî Seydayê Tîrêj li gor wê hêvî û baweriya Cegerxwîn derket. Tîrêj helbesta xwe li ser şop û rêya helbestvanên klasîk û resen hûnandiye, di her derfet û boneyekê de hizr û ramanên xwe yên neteweyî anîne ziman, wek mînak derbarê qîmet û rûmeta şiîrê wiha dibêje: 


Ma rûmeta şiîrê çi ye, ned xizmeta milet de bî

Ronahiya şiîrê çi ye, pesnê welat ku têd nebî

Çi bikim ji wê şiîra rijî, danegire wijdan û mejî

Derdê dil û can nakuji, çaxê ku cewher têd nebî


Tîrêj ser bi dibistana helbesta jîwerî (waqiî) bû û ji dil û canê xwe neteweperwerekî Kurd bû. Lê neteweperestiya Tîrêj ne teng û dijî gelên din bû, her çiqasî hinek ji wan gelan an rasttir rejîmên wan tiştên nedîtî anîne serê miletê Kurd jî, lê welatperweriya Tîrêj erênî û mirovhez bû, ronîdar û çirisandî bû, ne tarî û tarîperest bû. Wek mînak Tîrêj di helbesta xwe ya bi navê “Sebra û Şatîlayê” de, li ser wê komkujiya ku Îsraîlê anî serê filistîniyan dike zarezar û wiha dibêje:


Roja Sebra û Şatîla ew kuştina bê wijdan

Ew kuştina tevayî wê li ser we bê hejmar

Ji bîr nabe tucarî neb şev û roj û êvar

Keç û pîr û kalemêr ew zarokên du sê meh

Hatin kuştin wê çaxê bê sebeb û bê guneh


Gelo ev çi nîşan dide? Ev dilmeziniya milet û mirovê Kurd û piştgiriya wî ya hemû mezlûm û bindestan diyar dike. Dibe ku miletên din bi heman helwestê li hember kurdan tevnegerin, lê ev dîsa wê rastiyê teqez dike ku Kurd li ser heqiyê ne û doza wan dozeke rewa û dadmend e.


Tîrêj ku helbestvanekî Binxetê bû, di dil û hişê xwe de, herwiha di nivîs û berhemên xwe de sînorên ku Kurdistanê parçe dikin, nehîştibûn. Tîrêj heta dawî netewehez û Kurdistanî bû. Ev yek ji xisletên kurdên Rojavayê Kurdistanê bi giştî ye, li asta ku hin caran wek ku kurdên Binxetê xizmeta parçeyên Kurdistanê yên din dikin, xizmeta parçeyê xwe nakin. Kurdistanîbûna Tîrêj ya bê sînor û tixûb di gelek mînak û helbestan de xuya dike wek: Şeqlawe tev bax û rez e – Êrişa Tirka li Bakurê Iraqê – Şîna Leyla Qasim - Kanî Kalê Şêx Seîd – Şîna ser Şehîdên Qeladizê û…hwd.


Tîrêj bi hest û kurdperweriya xwe serbixwe bû. Lê divê bê gotin ku kesayetiya Barzaniyê Nemir ji xwe re wek sembol û pêşeng didît û li ser hemû parçeyên Kurdistanê dinivîsand, bi xweşiyên hemû kurdan re kêfxweş dibû û bi xemgîniyên wan re jî xemgîn dibû. Amed, Mehabad û Hewlêr di helbestên wî de pir baş tên dîtin.


Tîrêjê welatperwer û netewehez girîngiyeke mezin dida Başûrê Kurdistanê û piştî têkçûna peymana 11ê Adarê, wî yek ji helbestên xwe yên herî xweş di dîroka edebiyata kurdî de afirand ku ew jî helbesta “Ey Bilbilê Dilşadî” bû ku di sala 1975an de hat nivîsandin. Ez gelek caran dibêjim ev helbest tenê besî Tîrêj bû, ango ev helbest bi tena serê xwe cihê Tîrêj di nemiriyê de diparêze û heq e bi ya min ev helbest bi tîpên zêrîn li esmanê gerdûn bê helawsitin:


Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûr e

Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

Hawê sisêya ji bêhna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kuliyên di berfê her dibarî

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e

Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin

Qet çare û umîda me nemaye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e


Tîrêj ji ber fikrê xwe yê neteweyî pir girêdayî ax û xweza û siruşta welatê xwe bû. Weşanxaneya Peywendê li Amedê ku pirtûkên Tîrêj jinûve çap kirin wiha li ser têkiliya Seyda û siruşta Kurdistanê dibêje: “Seyda li ser êmîşê welatê xwe mezin dibû, û pir ji xweristiya welatê xwe hez dikir. Girêdaneke xurt di navbera seyda û xweristiya welatê wî de hebû. Di helbestên xwe de pir li ser av û dar, gul û giya, deşt û çiya, mêrg û kanî, buhar û zivistan, dehl û zevî û bale û tebayên welatê xwe digot. Navên hersê dîwanên wî navên çiyayên Kurdistanê ne: (Xelat, Zozan, Cûdî). Binavkirina dîwanên wî pirtir ji me re diyar dibin bê seydayê Tîrêj çiqasî bi xweristiya welatê xwe ve girêdayî bû”.


Navê Seydayê Tîrêj yê rastî Nayifê Heso ye û di sala 1923an de li Parêzgeha Hesekê, gundê Nicmok hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê di mektebên olî de qedand û piştre li Amûdê bi cî bû û têkiliyên wî bi helbestvanê mezin Cegerxwîn re xurt bûn ku ezê piştre bi berfirehî behs bikim. Seydayê Tîrêj ji sala 1973an ve li bajarê Hesekê jiya heta roja 23ê Adara 2002an ku koça dawî kir. Tîrêj gelek berhemên giranbuha li pey xwe hîştin wek: Dîwana Xelat-1985 – Dîwana Zozan, 1990 – Dîwana Cûdî, 1998 – Serpêhatiyên Kurdan, du cild, bi farisî jî derketiye û Mewlûda Kurmancî û hin berhemên din.




Seydayê Tîrêj